HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13’ê Sibatê de di navbera Mêrdîn û navçeya Amedê Çinarê di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Yunus - Kazım Huseyinzade  bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Hevalê Yûnûs di sala 1986’an de li bajarê Ûrmiyê jidayikbûye û di sala 2001’an de tevlî nava refê gerîla bûye. Herweha gerîla yê me yê bi navê Zindan Gilord – Îsmet  Akin birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

2.  Di 9’ê Sibatê de li Çewlikê li bajaroka İlicalarê di navbera artêşa dagirker a tirk a derketiye operasyonê û  gerîla yê me de pevçûneke kurt qewimiye. Di vê pevçûnê de 9 gerîla yê me bi sekneke fedaî gihîştiye şahadetê, 2 gerîla yê me jî  bi birîndarî dîl ketiye dest. Me nasnameya 2 gerîla yê xwe beriya niha ji raya giştî re eşkere kiribû. Di heman pevçûnê de hevalê me yê bi navê Tîrêj – Cahîd Acar jî gihîştiye şahadetê.

Nasnameya gerîla yê me yê gihîştiye şahadetê;

 

Nasnav: Tîrêj Roj
Nav û Paşnav: Cahîd Acar
Sal û cihê jidayikbûnê: 1986 / Mûş
Navê dayik û bav: Safiye – Şefîk
Sal û cihê tevlêbûnê: Stenbol
Dîrok û cihê şahadetê: 9 Sibat 2012 / Bajaroka İlicalar, Çewlik



3. Di 3’ê Sibatê de li navçeya Êlihê Hezoyê li dijî derdora Zozanên Gomika ji aliyê artêşa dagirker a tirk û Polîsên Tevgera Taybet operasyonek hatiye lidarxistin. Me nasnameya 3 gerîla yê me yê di vê operasyonê de şehîd ketibû ji raya giştî re eşkere kiribû. Di heman pevçûnê de hevalê me yê bi navê Mustafa – Mûrat Şakar jî gihîştiye şahadetê.

Nasnameya hevalê me yê gihîştiye şahadetê;

 

 

Nasnav: Mustafa Cesûr
Nav û paşnav: Mûrat Şakar
Sal û cihê jidayikbûnê: 1984 / Mûş
Navê dayik û bav: Remziye – M. Emîn
Sal û cihê tevlêbûnê: 1999 / Mûş
Sal û cihê şahadetê: 3 Sibat 2012 / Hezo, Êlih 



4. Di 15’ê Sibatê de ji saet 11.00’an heta 16’ê Sibatê saet 07.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Çiyareş, Şikefta Birîndara, Geliyê Feqîra, Girên Ferhat, Angola, Rûbar, Karker, Xeregol û Marya, Gundên Sarkê, Sipîndarok, Zevê, Sernê, Sarkê, Ditaza, Nêrweh, Bîmê, Sêvê, Bêtkarê û Balûka yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî êrîşeke hewan û obusan hate lidarxistin.

16 Sibat 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê