Ji gelê me û raya giştî re!
Di 7’ê gulanê de di pevçûneke li qada Oremara Gevera Colemergê ku hatibû jiyandin de, agahiya du hevalên me yên bi navê Sîpan û Laşer ku şehîd ketibûn hate zelalkirinê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd;
Laşer Çiyareş |
Laşer Çiyareş – Necdet Balik:
Rêheval Laşer di malbateke welatparêz de mezin bûye û bi pîvan û sekna vê welatparêziyê tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Rêheval Laşer di hemû qadên têkoşînê de xeta fedayîtiyê esas girtiye û pîvanên partîbûyînê di şexsê xwe de jiyanî kiriye û bi vê sekna xwe ya milîtanî di bilindkirina azadiya têkoşînê de ciwanekî ku riya me ronî kiriye. Em di şexsê rêheval Laşer de soza bilindkirina têkoşînê didin.
Sîpan Xelat |
Sîpan Xelat-Elî Rasikî
Rêheval li bajarê Urmiyê ya bi ser Rojhilatê Kurdistanê ye hatiye dinê û ji ber çewsandinên rejîma Îranê ya li ser gelê kurd napejrîne di sala 2007’an de tevlî gerîla dibe. Rêheval Sîpan di demeke kurd li qadên ku lê di mîne bi sekna xwe ya milîtanî balê dikşîne ser xwe. Em wekî rêhevalên wî, soz didine rêheval Sîpan ku bûye rastiya yekbûna Kurdistana parçebûyî, em ê vê mîrateya wî bilindtir bikin.
10 Gulan 2010
Navende Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê