HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re
1. Di 8’ê gulanê de saet di navbera 15:00-17:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Satê, Dola Satê û Tengava  Cahşan êrîşeke obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 8’ê gulanê de danê sibehî saet li derdora 08:00’an Artêşa TC’ê ku xwestiye bikeve qadên li ser sînor Elemûn, Arûşe û Mazî Çîne ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne, li hember bersivdayîna gerîlayên me, di navbera gerîlayên me û leşkerên Artêşa TC’ê de li pey hev du caran pevçûn hatine jiyandin û di van pevçûnan de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Operasyona navborî hê jî didome.

3. Di 6’ê gulanê de li qada Oramarê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye Artêşa TC’ê operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de li qada Şehîd Rahîme ku bi ser Zagrosê ve girêdayî ye, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de di 8’ê gulanê de danê sibehî saet li derdora 07:00’an de şerek qewimiye û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek ji wan birîndar bûne. Dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên leşkerî girtine, lewma hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê.

4. Di 7’ê gulanê de saet di navbera 12:00-16:00’an de  balafirên şer ên Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li qada Xakurkê ji nizm ve firîn kirine.

5. Di 20’ê avrêlê de danê sibehî Artêşa TC’ê li hember qadên Nûrhak, Engîzek, Salamon û Kocdagê ku girêdayî bajarê Mereşê ne operasyonek dabû destpêkirinê. Di operasyonê de di encama komployek de li gundê Bîçîmê ku girêdayî Nûrheqê ye hevalekî me yê bi navê  Reber (Omer Şîpal) gihîştiye şehadetê û hevalek me jî bi birîndarî ketiye dest dijmin. Ji ber ku operasyon didomiya, encax nû agahî bi dest me ketiye.

Agahiyên hevalê me yê ku şehîd ketiye;

  

Rêber Sozda
Omer Şîpal
1984 / Wan - Çatax
2004 / Wan
Kevser
Musa
20 Avrêl 2010 / Nûrheq, Meraş

Rêber Sozda – Omer Şîpal:

Rêheval Rêber di sala 1984’an de di malbateke welatparêz de li navçeya Çetaxa Wanê hatiye dinê. Rêheval Rêber di tevahiya têkoşîna xwe de hewl daye nirxên welatparêziyê bi sekna xwe ya milîtanî bilindtir bike. Digel temenê xwe yê biçûk di bîrdoziya partî de xwe kûr kiribû û di xeta fedayî de bi azwerî û biryarîbûnê di nav hevalan de mînak bû. Rêheval Rêber bi vê sekna xwe li sehaya bakur gerîlatî kir û lehengî şehîd ket. Em wekî rêhevalên hevalê Rêber, soza berdewamiya mîrasa wî didin û em ê bîranînê şehîdên xwe her dem bidine jiyandin.

9 Gulan 2010

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê