HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di Kanûnan 2011'an de artêşa dagirker a tirk li dijî gelê me û tevgera me operasyonên înkar û tunekirinê , gerîlayên me jî li beramberî van operayson û êrîşên berxwedaneke mezin bersiv dane êrîşên dijmin. Di van êrîşan de endama konseya leşkerî ya HPG'ê û endama meclîsa YJA Starê rêhevala me Binevş Edessa ye.

Rêhela me Binevş, bi sekn û tevlêbûna xwe ya tekoşînê mîlîtaneke pêşeng bû. Herweha ji bo me jî herdem rêhevaleke mînak bû. Ji roja tevgera azadiyê naskiriye û heta roja dawî jî xwe bi felsefeya jiyanê û îdelojiya azadiyê perwerde kiriye. Asta bîrdozî û rêxîstinî ya xwe gihandiyê, bûye sedem ku li her qada lê be bi awayeke çalak û aktîf tevlê bibe.

Rêhevala me Binevş Edessa keçeke Kurd a ji kevneşopiya Zerduştî ku ji dêmarê nesebê Kurditiyê û gelên qedim dihat. Ji yek pêşengên destpêkê di artêşa jin de cihê xwe girtibû û navê Binevş Agal li xwe kiribû. Bi sonda berdewam kirina, navê wê, kevneşopiya wê ya tekoşînê û berxwedaniya wê gava xwe avêtibû nav tekoşîna azadiyê. Rêhevala Binevş a keça Zerduştî bi nîrxên xwe yê çandî û netewî girêdayî bû, li dijî polîtîkayên bişaftin û tunekirinê herdem li xwe dabû, bi dîrok û çanda xwe xwedî derdiket û bi awayeke aktîf ji sala 1994'an û vir ve di nava tekoşÎna azadiyê de cihê xwe girtiye. Hevala Binevş bi sekan xwe û tekoşîna xwe li her qadan erk û wezîfeyên giran ên digirt ser milê xwe bi awayeke serkeftî pêk tianî û bibû remza tekoşîne. Em ji herêma Cûdî ya herî dawî lê şehîd ket bigrin li her qadên lê maye bi sekna xwe ya bilindkirina helwesta azadiyê, berxwedana leşkerî, rêgez û pîvanên partîbûyina jinê pêşxistinê bigrin herdem tevlêbûneke aktîf nîşan daye.

Rêheval Binevş a endamê meclîsê ya partiya jinê PAJK'ê jî bû, ji yek mîlîtanên xwe fedayî bîrdoziya Rizgariya Jinê kiriyeye. Li jiyanê bi sekna xwe û di kesayeta xwe de li gor pîvan û rêgezên PAJK'ê jiyan kiriye û xurt kiriye. Kesayeteke ev pîvan û rêgez lê berbiçav bûye. Di tekoşîna azadiya jinê de bi biryar bû, tu carî ji rêgezên azadiyê tawîz nedidan û xwedî sekneke radîqal bû.

Him ji bo çawanî him jî çendaniya artêşa me ya jinê YJA Starê mezin bibe xwedî kedeke mezin bû. Herweha bi jiyan û tekoşîna xwe cihê xwe di nava fermandarên jin ên efsanewî de girtiye. Wê ked û xebata rêheval û fermandara me Binevş di tacîdarkirina azadiyê bi serkeftinê de wê hêza me ya tekoşînê bilindtir bike û rê li ber me bixe.

Di pêngava me ya şoreşgerî ya parastina rûmetê û bidestxistina azadiya xwe ya li dijî înkar, tunekirin, bişaftin û komkujiyê me daye despêkirin, wê bi awayeke çalaktir berdewam bike. Di serî de rêheval Binevş, rêhevalên bi wê re şehîd ketine, bîranîna hemû gerîlayên me yê HPG'ê û YJA Starê wm ê bi bilindkirina tekoşînê bibin bersiv. Tekoşîna me ya azadiyê ya bilind dibe wê bi hezaran Binevş, Yildiz, Sema, Şîlan û Zîlanan biafirîne û wê wan bide jiyandin. Wê tolê wan bi mislê wê were rakirin.

Di serî de em bang li gelê me yê Êzidî, hemû gelê kurd, jin û dayikan dikin da ku xwedî li van ewladên xwe derbikevin

13 Cotmeh 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê