Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11'ê Cotmehê de li ser riya Dersim-Erzinganê li fitloneka Tevneşiyê ji aliyê gerîlayên me e rê hatiye kontrolkirin. Di dema kontrolê de ji nava minîbûsekê ji aliyê çar kesan ve gule hatiye reşandin û demekê pevçûn qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, rêhevalê me Harun Wan jî gihîştiye şahadetê. Piştî vê pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobra û skorskyan mudaxeleyî cihê bûyerê kiriye.
Nasnav: Serhat Wan |
2. Di 9'ê Cotmeh3e de li Dersimê li dijî herêmên Zargoît, Kox, Çalqiran, Deşt û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker a tirk hemû riyên diçe herêmê girtiye, heta 11'ê Cotmehê li dijî herêmê bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Di 12'ê Cotmehê de operasyona herêmê bêencama paş de vekişiyaye lê hîn jî li herêmê bi rengê kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike. Dîsa ev herêm weke herêmên ewlehiyê yên demborî hatiye îlankirin.
3. Di 10'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Girê Çetan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkere hatiye kuşti. Piştî çalakiyê li dijî helîkoptera skorskyê ya xwestiye kuştiyê xwe rake, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera skorsky ya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Di 11'ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00'an de li dijî Girê Çetan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin, piştî çalakiyê helîkoptera skorskya hatiye mudaxeleyê, rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
4. Di 12'ê Cotmehê de di saet 13.00'an de li dijî şantiyeke li navbera Gundên Zivinga Şikaka û Findika bi ser Gabarêye û beriya niha hatibûn hişyarkirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke serdegirtinê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de maşîneke kevirşikêr û dozerek hatiye şewitandin, 3 telefon jî hatiye desteserkirin.
5. Di 12'ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-20.00'an de li navçeya Silopiya Şirnexê li dijî Şantiyeke dewletê ya di navbera Gundên Bêsipin û Gitê de ye ji aliyê gerîlayên me ve hatiye serde girtin. Karkerên vê şantiyeya gel jê gazin dikirin û termîk santralên ji bo tenduristiya mirovan xetere, ji bo vê him komiran derdixe him jî dikişîne hatine hişyarkirin û di derbarê pêvajoyê de hatine agahdarkirin. Herweha li vê şantiyê 7 kepçe, 2 kevirşikêr, 2 dozer, 2 wesayitên kunkirinê, 3 pîqap, Jeepek, 2 kamyon, kamyoneke biçûk, 15 cîhazên biçûk û 55 telefon hatiye rûxandin, cîhazeke biçûk û 63 funyeyên bi ceryanê jî hatiye desteserkirin.
6. Di 11'ê Cotmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
7. Ji 11'ê Cotmehê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmên Ertûş, Garêya Biçûk û Gundê Zêvê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
8. Di 12'ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-17.00'an de li navçeya Elkêya Şirnexê li nêzî herêma Mezrayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha li vir cerdewanê bi navê Nesîm Tîmûr û mamosteya bi navê Fîlîz Sumer ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.
13 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin