HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di 2'ê Hezîranê de di dema êrîşa dagirkeriyê de ya li Xakurkê şer di navbera yekîneyên dijmin û hêzên me de derket û di encama vî şerî û bomberdûmana dijmin de 4 hevrêyên me yên leheng şehîd bûn.Hevrêyên me Alîşer (Ozcan Ozturk), Argeş (Şevket Kartal), Dersim (Yaren Daniş) û Ronahî (Ronahî Miho) ku tevlî berxwedana Xakurkê ya dîrokî bûn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ên li Xakurkê bi şiyara 'em ê rê nedin dagirkeran' bi lehengî li ber xwe dan.

Li dijî dewleta TC a faşîst ku derfetên xwe yên teknîkê hemû seferber kir, bi îradeyeke qewîn û ruhê milîtanî yê Apoyî şer kirin, derbên giran li dijmin xistin û bi lehengiyeke mezin careke din nîşan dan ku dagirkerî wê ne hêsan be.

Agahiyên Derbarê Nasnameyên Hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Alîşer Serhat

Nav paşnav: Ozcan Ozturk

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Alîşer – Özcan Öztürk

Nasnav: Argeş Oremar

Nav paşnav: Şevket Kartal

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hexan – Samî

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Argeş – Şevket Kartal

Nasnav: Dersim Gever

Nav paşnav: Yaren Daniş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nîharî – Hasan

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Dersim – Yaren Daniş

Nasnav: Ronahî Bawer Efrîn

Nav paşnav: Ronahî Miho

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Emîne –Welît

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Ronahî – Ronahî Miho

Hevrêyên me Alîşer, Argeş, Dersim û Ronahî li dijî şerê qirkirinê û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê tevlî nava Têkoşîn Azadiyê ya Kurd bûn. Hevrêyên me ku ji kûrahî ve bi gelê xwe ve girêdayî bûn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd bi tevlîbûneke çalak felsefeya jiyanê ya Rêber Apo pejirandin û xistin meriyetê. Hevrêyên me bi nirxên xwe yên cewherî, li her qada ku lê kar kirin bûn xwedî sekneke milîtanî. Hevalên me ku nîşaneya ked, wêrekî û fedakariyê ne, hewl dan di rêbaza gerîlayên serdema nû de pispor bibin û bi vî rengî wezîfeyên ketin ser milê wan bê kêmasî pêk anîn.

Di serî de malbatên hevrêyên me Alîşer (Ozcan Ozturk), Argeş (Şevket Kartal), Dersim (Yaren Daniş) û Ronahî (Ronahî Miho) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku bi vê kevneşopiya wan a berxwedanê em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin.

23'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê