Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 21’ê Tîrmehê saet 20:30’an hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li herêma Şîva Stêrk û Kanî Orê kir hedef. Di çalakiyê de bi serkeftî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin.
Di vê çalakiyê de 13 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe û enqaza wesayîtê ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.
2. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. di vê çarçoveyê:
Roja 19’ê Tîrmehê saet 02:30’an balafirên şer bombe li Girê Colemêrgê yê Metîna û roja 20’ê Tîrmehê saet 21:30’an bombe li herêma Golka a herêma Metînayê barandin.
Roja 22’ê Tîrmehê saet 15:00’an balafirên şer bombe li Girê Chennem yê herêma Zê, saet 17:00’an herêma Adilbeg a Avaşîn, saet 18:00 û 19:00’an herêma Şehîd Bêrîtan û Xinêre ya herêmên Xakûrkê barandin.
Di van bombeberanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
23'ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê