HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Artêşa TC a dagirker 27'ê Gulanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kir. Hêzên me bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan êrîşa dagirkeriyê û li gelek deveran kirin ku dijmin windahiyên giran bidin.

Di demên cuda yên operasyonê de di şer û bomberdûmanê de hin hevalên me şehîd bûn. Her ku ev windahî eşkere bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin. Hêzên me yên li dijî hewldana dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dan, bi şiyara 'em rê nadin dagirkeran' li dijî dijmin bi rengekî dîrokî li ber xwe dan.

Hevrêyên me Hamza (Fatîh Demîr), Kendal (Îbrahîm Firat), Bahoz (Veysî Cebe), Çekdar (Cuneyt Yilmaz) û Şahan (Yûnûs Koçhan) li dijî teknolojiya dawî ya dijmin bi rengekî fedayî şer kirin û destanên lehengiyê afirandin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên derbarê nasnameyên Şehîdan wiha ye;

Nasnav: Rûbar Qamişlo

Nav paşnav: Fatîh Demîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Zarîfe-Şakir

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Rubar – Fatih Demir

Nasnav: Kendal Denîz

Nav paşnav: Îbrahîm Firat

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Dûrsûn-Osman

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Kendal – İbrahim Fırat

Nasnav: Bahoz Serhildan

Nav paşnav: Veysî Cebe

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Halîme-Ekrem

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Bahoz – Veysi Cebe

Nasnav: Çekdar Tolhildan

Nav paşnav. Cuneyt Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zozan-Behçet

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Çekdar – Cüney Yılmaz

Nasnav: Şahan Botan

Nav paşnav: Yûnûs Koçhan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Naciye-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Şahan – Yunus Koçhan

Hevrêyê me Kendal Denîz sala 1984'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû. Hevrêyê me Kendal li nava malbateke welatparêz mezin bû û di emrekî ciwan de dît ku Kurdistan dagirkirî ye, gelê Kurd çawa tine tê dîtin û zextên dagirkeran bi çi rengî ne. Hevrê Kendal di nava çanda xaka xwe ya pîroz de mezin bû ku çandeke qet serî li ber zilmê natewîne, berê xwe da qadên tilîliyên azadiyê yên li dijî vê zilmê û sala 2005'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Kendal ku di salên destpêkê yên gerîlatiyê de li çiyayên Zagrosê ma, bi sekna xwe ya milîtanî, fedakarî û wêrekiya xwe di nava hevrêyên xwe de timî bû gerîlayekî bi mînak. Di demeke kurt de di xeta leşkerî û îdeolojîk a Rêber Apo de xwe bi pêş ve bir, bû fermandar û di nava gerîla de ket bin barê giran. Her tim hewl da bibe bersiv ji Rêbertî, şehîdan û gelê me re. Li gelek qadên tevgera me wezîfeyên xwe bi rengekî dîsîplînî û fedakarî pêk anî û xeta serketinê ji bo xwe esas dît. Li qada Xakurkê li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta TC a faşîst berxwedaneke mezin nîşan da û bû nîşaneya wêrekiyê.

Hevrêyê me Hamza Rûbar sala 1992'an li Wanê ji dayik bû. Sala 2014'an ku zext û êrîşên li dijî gelê Kurd zêde bûn bi sekneke bi rûmet berê xwe da nava refên gerîla. Hevrêyê me Hamza ku salên destpêkê yên gerîlatiyê li herêma Serhedê derbas kir di nava şert û mercên dijwar de bi eşqa azadiyê û bi heybeta çiyayê Agirî xwe di xeta milîtaniyê û îdeolojiya Rêber Apo de kûr û şareza kir. Li her qada lê bû bi kedkarî û sekna xwe ya leheng bû çavkaniya moralê. Hevrê Hamza li qada Xakurkê kir ku dijmin windahiyên giran bide û tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevalê me Bahoz Serhildan li Mêrdînê ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû û di emrê ciwan de zext û êşkenceya li Kurdistanê dît, bû lêgerînerekî tolhildanê û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bahoz ku şopdarê zarokên ber bi azadiyê ve dibeziya, ji bo siberojeke azad ji paşerojê re bihêle bi fedakarî, kedkarî û girêdana bi nirxên xwe wezîfeyên xwe pêk anî. Li her qadê bû şopdarê xeta Rêbertî.

Hevrêyê me Çekdar Tolhildan sala 1995'an li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Êrîşên dewleta TC a dagirker ji nêz ve dît. Bi vegotinên der barê şewitandina Licê û komkujiyên li dijî gel hatin kirin mezin bû. Hevrê Çekdar ku şopdarê ciwanên leheng ê Licê bû sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û bû xwedî hewldana derxistina dagirkeran ji Kurdistanê. Hevrêyê me Çekdar ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, li her qada lê bû bi durustî, fedakarî û dengê xwe yê bedew bi stranên azadiyê bû çavkaniya moralê.

Hevrêyê me Şahan sala 1997'an li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrê Şahan zext û zilma dijmin ji nêz ve dît û li dijî vê neheqî û polîtîkayên qirkirinê sala 2014'an tevlî nava refên azadiyê bû. Ji destpêka tevlîbûnê ve zû hînî jiyana gerîla bû û bi fedakarî tevlî jiyanê bû. Hevrê Şahan ku nirxên xwe parast û di vê çarçoveyê de di xeta şehîdên leheng de meşiya, bi sekna xwe her tim bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava her şert û mercî de li dijî dijmin li ber xwe da. Herî dawî li Xakurkê tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd Hamza (Fatîh Demîr), Kendal (Îbrahîm Firat), Bahoz (Veysî Cebe), Çekdar (Cuneyt Yilmaz) û Şahan (Yûnûs Koçhan) em sersaxiyê li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku ji bo pêkanîna Kurdistana azad ku xewn û xeyalên şehîdên me ne em ê têkoşînê geş bikin û bi ser bixînin.

3’ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê