Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di 26’ê Hezîranê saet 03:30’î de li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker li Girê Serzer a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li dijî gir de yek ji leşkerên ku kar dikir hate kuştin.
Hêzên me di 28’ê Hezîranê saet 01:15’ê de dîsa li dijî çeperên hêzên dijmin ên li Girê Serzer çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeperên dijmin hate xistin û 2 leşker liv ir hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bê seruber gule û bombe li qadê barandiye, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
Yekîneyên me yên ku çalakî kirine bi saxî û silametî vegerane navendên xwe.
2. Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dike de, 1’ê Tîrmehê saet 14:30’î li dijî yekîneyên operasyona artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Sarya ya girêdayî Xakurkê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerke hatiye kuştin.
3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dom dike de, 30’ê Hezîranê saet 18:30’î de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ku ber bi Qerqola Kron a dikeve di navbera gundê Gundikê Melê û navenda bajarê Şirnexê de çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî derbxwariye û têkildarî kuştî û birîndarên hêzên dijmin agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.
29’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên li geliyê Eyşedinkê ya girêdayî herêma Besta ya Şirnexê bi cih bibûn çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
2’ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê