HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

TC a dagirker ku li Kurdistanê di şerê topyekûn de li hemberî hêzên me yên gerîla dike nake nikare bi ser bikeve, bi hemû derfetên dewletê êrîş dike. Dijminê dagirker ev 3 sal in di êrîşên xwe de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê teknîk û bombeyên ku di şerê navbera dewletan de tên bikaranîn, li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne.

Tevî vê yekê jî dewleta TC a dagirker li hemberî gerîlayên Kurdistanê nikare encama dixwaze bi dest bixe, lewma dîn û har dibe û hîn bi hovane êrîş dike. Hêzên dagirker ên ji bejahî ve nikarin li dijî hêzên me yên gerîla şer bikin, hewl didin bi êrîşên hewayî encamekê bi dest bixin. Ji ber êrîşên hewayî 14'ê Tîrmehê li gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalên me Delîl Karakoçan, Zanyar Tendurek û Hamza Têkoşîn şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Delîl Karakoçan

Nav paşnav: Hasan Çakmak

Cihê jidayikbûnê: Xarpêt

Dayik-Bav: Kîbar-Azîz

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê

 

Delil – Hasan Çakmak

Nasnav: Hamza Têkoşîn

Nav paşnav: Salar Ahmet Xalit

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Şadiye-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê      

 

Hamza – Salar Ahmet Xalıt

Nasnav: Zanyar Tendurek

Nav paşnav: Mucahît Kaya

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Husniye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê

 

Zanyar – Mücahit kaya

Hevalê me Delîl Karakoçan sala 1962'an li navçeya Depê ya Xarpêtê ji dayik bû. Destpêka salên 1980'î neçar ma bi malbata xwe re koçî Elmanyayê bike. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê, hevalê me Delîl ê xwedî hestên mezin ên welatparêziyê, nekarî xwe li jiyana li Ewropayê rabigire û sala 1988'an Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Hevalê me Delîl, têkoşîna azadiyê weke cihê xwegihandina nirxên xwe dît û pê re bû yek. Sala 1992'an berê xwe da welêt û tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Delîl 26 salên xwe yên gerîlatiyê li çiyayên Zagrosê debas kir û bû gerîla û fermandarekî gerîla yê bi Zagrosan re bû yek. Di dema herî giran a şer de bi berpirsyariyeke mezin tevlî kar bû û di pîvanên hevrêtiyê de bû hevalekî me yê mînak. Tevî emrê xwe yê dirêj jî, li nava şert û mercên dijwar ên Zagrosan bi kedkarî û fedakarî tevlî pratîkê bû û bû mînakeke şênber a rastiya PKK'ê ku partiyeke kedkar e. Ji pîvanên milîtaniyê tawîz neda, tevî zor û zehmetiyan jî pê bawer kir ku divê di asta herî bilind de li dijî dijmin têkoşîn bê dayin û her tim li ser vê bingehê tevlî bû. Keda hevalê Delîl li ser bi hezaran hevrêyên me hene. Hestên xwe yên welatparêziyê û kesayeta xwe ya dilnizm kir yek û bi awayekî bê eman tevlî bû. li herêma Zagrosê têkiliyeke xurt bi gelê me yê Başûrê Kurdistanê re danî û ji aliyê gelê herêmê ve dihate naskirin. Li gel emrê xwe yê dirêj jî li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir û bi vê yekê re bû Şoreşgerekî Kurdistanê ku ji aliyê gelê me ve bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Sekn li hevalê me Delîl nedibû. Bi gerîlatiya xwe ya bi salan, bû yek ji hevrêyên me ku di nava Şoreşa Kurdistanê de kedeke xwe ya mezin heye. Wê her tim bi vî rengî were bîranîn û weke hevalekî mînak bê dîtin.

Hevalên me Zanyar û Hamza jî bi dilê xwe yê ciwan di dema herî giran a şer de tevlî nava refên gerîla bûn û li dijî êrîşên dijmin di asta herî bilind de bi erk û wezîfeyên welatparêziyê rabûn. Tevî hevalê Delîl bi fedakariyeke mezin kar kirin û bûn neferên Şoreşa Kurdistanê ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek.

Ji ber şehadeta wan, em ji malbatên hêja yên her sê hevalên xwe û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku bi awayekî herî xurt em ê xwedî li mîrateya şoreşê derkevin ku şehîdên me yên leheng ji me re hiştine.

 

17’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê