HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 15'ê Tîrmehê saet 18:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Ji du baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Bi qasî ku hate zelalkirin, 8 leşkerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştre obus û hawan avêt Lêlîkanê û derdora gundê Bosine. Ji ber êrîşa artêşa Tirk a li ser gundê Bosine, zarokekî bi navê Mihemmed Marîf jiyana xwe ji dest da.

2. 8'ê Tîrmehê li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qisle ya Dersimê, hevalê me Mervan Farqîn dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Piştî bûyerê, hêzên me 9'ê Tîrmehê çûn cihê bûyerê û li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hatin û ev yekîne kontrol kirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de, saet 15:30'î ji nêz ve derbên xurt li yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de du tîmên taybet ên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên atak bombe li herêmê barand.

Artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku hevalê me Mervan di şer de şehîd bûye. Nûçeyên artêşa dagirker ên di vî warî de nerast in.

Nasnmeya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Mervan Farqîn

Nav paşnav: Yûnûs Dalgin

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Mekiye-Vahdettîn

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Dersim

 

Mervan – Yunus Dalgın

16’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê