Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 16'ê Adarê saet 06:30'î hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li girên Lêlîkan, Kevortê û Elîdirêj çalakiyeke hevdemî kirin. Gelek çeperên li ser her sê giran hatin rûxandin û di encamê de 23 leşkerên dijmin hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. 5 hevalên me yên bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve çûn şehîd bûn.
Em her 5 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin ku dema li dijî dagirkeriya artêşa TC a mêtinger a li Başûrê Kurdistanê parastina gelê me dikirin şehîd bûn. Ev keç û xortên leheng ên gelê me bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek rê nedan dijmin, li dijî dagirkerên ku ji teknolojiya xwe bawer dike û jê heye ku dikare gelên me teslîm bigire, bi rengekî fedayî şer kirin û destana lehengiyê nivîsandin. Hevrêyên me yên bi çanda berxwedanê ya PKK'ê xwe xemilandin, bi wêrekî û ruhê Apoyî ketin herêmên ku dijmin ji xwe re gelekî ewle didîtin û mohra xwe danîn binê serketineke mezin. Hevrêyên me Arnos, Dervîş, Hawar, Sîser û Welat li dijî mêtingerî, dagirkerî û barbariyê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Berxwedana wan a dîrokî wê ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve ti carî neyê jibîrkirin û di hişê mirovan de her bimîne.
Di serî de malbatên me yên hêja yên Erkol, Sevmîş, Tuncer, Kiliç û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya 'Rêberê azad, Kurdistana azad' ku xeyalên wan e bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Arnos Serhat Nav paşnav: Abdullah Erkol Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Pakîze-Tahir Dem û cihê şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan |
Arnos – Abdullah Erkol
Nasnav: Dervîş Oremar Nav paşnav: Sîpan Sevmîş Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Zehra-Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan |
Derviş – Sipan Sevmiş
Nasnav: Hawar Bedran Nav paşnav: Serkan Tûncer Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Medîne-Cuneyt Dem û cihê şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan n |
Hawar – Serkan Tuncer
Nasnav: Sîser Botan Nav paşnav: Garîbe Kiliç Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Meryem-Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan |
Siser – Garibe Kılıç
Nasnav: Welat Dilken Nav paşnav: Abdullah Yaşar Cihê jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Miyaser-Tekîn Dem û cihê şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan |
Welat – Abdullah Yaşar
18’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e