Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me roja 19’ê Adarê saet 13:00’an li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûne hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpît kirin.
2. Roja 20’ê Adarê (Îro) balafirên şer navbera saet 09:00 û 10:30’an de bombe li gundê Bêreşê, Bêpalan û Kozinê û herêma Kalatûka yên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê brandin.
Dîsa roja 19’ê Adarê seat 16:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li girê Avdilovî û Lêlikan ên herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barand.
Di bombebaranan de tu windahiyek canî ya hêzên me çenebûn lê di êrîşa hewayî ya li dijî Qendîlê de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.
20’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e