Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
Li Kurdistanê dîsa li ser hîmê dagirkerî û konsepta îmhayê dewleta TC ya faşîst êrîşên xwe zêde kirine, şerê di navbeyna hêzên me yên gerîla û dewleta TC ya faşîst de her ku diçe dijwartir dibe, şer û çalakiyên gerîlayan zêdetir dibin
Di her şerî de derbên giran li dijmin dikevin, hin caran jî di şer de gerîlayên me şehîd dikevin. Li Amed, Sêrt, Çewlikê di sê operasyonan û şer de agahiyên derbarê windahiyên me yên gerîla wiha ne:
29’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Lice ya Amedê, li nêzî gundê Kervasê hevalên me Stêra û Ardil dema ku diçûne ser peywira xwe, bi êrîşa hewayî ya dijmin şehîd bûne.
17’ê Tebaxa 2018’an artêşa TC’ê ya dagirker li ser qada Herekolê ya Sêrtê operasyoneke bi desteka hewayî da destpêkirin. Operasyona ku êvarî saet 21.00’an ji hewayê ve bi bombekirinên zêde dest pê kirî, heta 18’ê mehê bi helîkoptêran bombekirina ser qadê dom kir. Hêzên dagirker berê sibehê bi helîkoptêrên Skorsky leşker danîn qadê û di navbera hêzên dagirker û hêzên me yên gerîla de şer derke. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, her wiha hevalê me Bawer Qelqelî şehîd bû, hevalê me yê ku bi giranî birîndar bûyî Aras ji bo ku nekeve dest dijmin bombe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye. Her wiha, di heman şerî de hevalê me Hakî Herekol (Şaban Kaygûsûz) jî bi birîndarî hêsîr ketiye destê dijmin.
Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 28’ê Tebaxa 2018’an me gotibû 25’ê Tebaxê li nêzî gundê Şaxnê yê Kanîreşa Çewlikê yekîneyeke dijmin kiribû bin kontrola xwe, çalakiyek kiribû û 5 leşkerên dijmin hatibû kuştin, 3 jê birîndar bûbûn. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku 2 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne, em ê piştre nasnameya wan bi raya giştî re par ve bikin.
Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ne;
Nasnav: Ardil Çem Nav paşnav: Mukaddes Çaglar Cihê rojbûnê: Bedlîs Navê dayik û bav: Zekiye- Abdurrahman Cih û dîroka şahadetê: 29 Tîrmeh 2018 / Amed
|
Ardıl – Mukaddes Çağlar
Nasnav: Stêra Semsûr Nav paşnav: Gonul Çelik Cihê rojbûnê: Semsûr Navê dayik û bav: Ayşehan-Aziz Cih û dîroka şahadetê: 29 Tîrmeh 2018 / Amed
|
Stera – Gönül Çelik
Nasnav: Aras Herekol Nav paşnav: Ahmet Human Cihê rojbûnê: Bedlîs Navê dayik û bav: Hatice - Halil Cih û dîroka şahadetê: 17 Tebax 2018 / Sêrt
|
Aras – Ahmet Human
Nasnav: Bawer Qelqeli Nav paşnav: Emrah Ozcel Cihê rojbûnê: Wan Navê dayik û bav: Cahide - Sait Cih û dîroka şahadetê: 17 Tebax 2018 / Sêrt
|
Bawer – Emrah Özcel
Nasnav: Adil Hawar Nav paşnav: Aykut Ozkur Cihê rojbûnê: Muş Navê dayik û bav: Kiymet - Atik Cih û dîroka şahadetê: 25 Tebax 2018 /Çewlik
|
Adıl – Aykut Özkur
Nasnav: Poyraz Agir Nav paşnav: Mehmet Şirin Ozen Cihê rojbûnê: Erzurum Navê dayik û bav: Sakine - Nazim Cih û dîroka şahadetê: 25 Tebax 2018 / Çewlik
|
Poyraz – Mehmet Şirin Özen
Ji ber şehadetê ku em dijîn, di serî de serê malbatên me yên şehîd, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be. Em careke dî sond dixwin em ê bi teqezî tola şehîdan hilînin, îdeala me Kurdistana azad pêk bînin.
30’ê Tebaxê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê