Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh li dar xistin. Agahiyên li ser van çalakiyan wiha ne:
Roja 27'ê Tebaxê saet 15:10'an, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve li dijminê li ser gir hate xistin û 3 çeper û stargehek bi temamî hatin rûxandin. Hêzên me bi rengekî fedayî xwe gihandin ser gir û di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevalê me Mûsa Rojdî ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çû, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li herêmê barand û bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên êrîşê yên Kobra, termên xwe û leşkerên birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Piştî ku mirî û birîndarên xwe rakir, li herêmê dest bi operasyonê kir.
Nasnameyê şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Mûsa Rojdî Nav paşnav: Bedrî Bozkûrt Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Asiye-Alî Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg
|
Musa – Bedri Bozkurt
Hêzên me 28'ê Tebaxê saet 7'an, li herêma Bradostê ya Sidekanê ku li nava Başûrê Kurdistanê ye, li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Bi çar baskan li girê dijmin li ser bû hate reşandin û di encamê de 5 çeper hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û yek jê fermandarê li ser gir 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li derdora gundên Lêlîkan û Bênesenanê barand. Ji ber bomberdûmanê hin heywanên gundiyan telef bûn.
2. 13'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker li herêma Pîrejman a navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon 14'ê Tebaxê bi rengekî bê encam qediya.
3. 10'ê Tîrmehê hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girê Tîm ê navçeya Licê çalakiyek lidar xistn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
29’ê Tebaxê 2018
Navênda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê