Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di daxuyaniya 23'ê Nîsana 2018'an de me ragihandibû ku roja 17'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li qada Şapirnaz, Kuyê, Diyarê Mergê, Şinaz, Melul û Girê Dorşîn ên navçeya Pasûr a Amedê û derdora bendava Pasûrê dest bi operasyonê kiriye.
Me diyar kiribû ku di vê operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameya şehîdên me nû eşkere bûn.
Nasnav: Dara Amed Nav paşnav: Şeref Peker Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Husna-Kamîl Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed
|
Dara – Şeref Peker
Nasnav: Rêzan Hezex Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Çakir Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Ayşe-Abdurrahman Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed
|
Rezan – Mehmet Şirin Çakır
Nasnav: Serhildan Mordem Nav paşnav: Mehmet Nergîz Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Zubeyde-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed
|
Serhıldan – Mehmet Nergiz
Hevalê me Dara Amed li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di emrekî gelekî ciwan de timî xebitî û bi hest û hişmendiya ked û welatparêziyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê tevgera me de hevalê me Dara li her herêma lê ma bi fedakarî bi erk û wezîfeya xw erabû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar her tim bû mînak û ji dil karê xwe kir. Sala 2015'an li dijî şerê qirkirinê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin, ji bo hê bi xurtî têbikoşe berê xwe da Eyaleta Qada Navîn. Di nava şerê giran de gelek derb li dijmin xist û heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.
Hevalê me Rêzan Hezex li Şirnexê ji dayik bû û di emrekî ciwan de têkoşîn nas kir. Hevalê me Rêzan ku bi hestên welatparêzî yên Botanê mezin bû, serî li ber zextên faşîzma TC ên li ser gelê Kurd netewand û ji bo şerekî çalak tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîla û şervanekî şareza û bû yek ji hevalên me ku bi rengê herî aktîf tevlî têkoşîna li dijî şerê qirkirinê bû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kir.
Hevalê me Serhildan Mordem li Amedê ji dayik bû û li herêmeke ku tevgera me ya azadiyê lê bi bandor e mezin bû. Hevalê me Serhildan ji bo azadiya gelê me di emrekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû û gelek tişt tevlî jiyana xwe ya li qada gerîla kir. Hevalê me Serhildan weke yek ji şehîdên leheng ên têkoşîna azadiyê ya Kurd navê xwe li dîrokê nivîsand. Wê her tim weke yek ji hevrêyên ciwan ji aliyê hevalên xwe yên têkoşînê ve bê bîranîn.
Di serî de malbatên me yên her sê şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û gelê xwe azad bikin.
7’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê