Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, hêzên me roja 5'ê Gulanê saet 17:45'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
Hêzên me êvara heman rojê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Kevortê yê li herêma Lêlîkanê çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.
2. Artêşa TC a dagirker roja 2'ê Gulanê li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqînê ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Operasyona dagirkeriyê roja 4'ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.
6’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê