HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

7'ê Tîrmeha  2018'an li herêma Kunefê ya Feraşînê ya Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker operarsyoneke dagirkeriyê da destpêkirin.

Di encamê de şer derket û 7 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:       

Nasnav: Baran Mawa

Nav Paşnav: Alî Oncu

Cihê Bûyinê: Mêrdîn

Navê Dê û Bav: Ado - Ferhat

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Baran – Ali Öncü

Nasnav: Dijwar Piling

Nav Paşnav: Bedri Akdemir

Cihê Bûyinê: Colemêrg

Navê Dê û Bav: Pîroz- Şukru

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg 

Dıjwar – Bedri Akdemir

Nasnav: Erdal Lîce

Nav Paşnav: Oguz Erdogan

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Ayno - Zubeyir

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Erdal – Oğuz Erdoğan

Nasnav: Ronya Erîş

Nav Paşnav: Sidika Ozek

Cihê Bûyinê: Wan

Navê Dê û Bav: Zeynep - Sabrî

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg  

 

Ronya – Sıdıka Özek

Nasnav: Sara Gulan

Nav Paşnav: Şîlan Kiliç

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Behiye - Sebahattin

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg    

 

Sara – Şilan Kılıç

Nasnav: Serdar Tatvan

Nav Paşnav: Serkan Tan

Cihê Bûyinê: Bedlîs

Navê Dê û Bav: Nezire - Seyîthan

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg  

 

Serdar – Serkan Tan

Nasnav: Şoreş Botan

Nav Paşnav: Cemal Işçî

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Nebahat - Abdullah

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Şoreş – Cemal İşçi

Hevala me Ronya Êrîş li Wanê hatiye dinê û li nav rêça welatparêziyê ya Serhedê mezin bûye. Ji bo ku ji nav malbatê gelek kes tevlî nav têkoşînê bûbûn heval Ronya jî meyla wê çûye ser tevgera azadiyê û 2000’î tevlî nav refên azadiyê bûye. Li Kelareş, Xinere, Amed û Botanê li qadên bicihbûna gerîla maye. Hevala me Ronya  bi îdeoojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo xwe tije kiriye, bi tevlêbûna xwe ya xwerû û dilnizm di demeke kurt de bûye yek ji mlîtîneke serkeftî. Li hemû qadan bi berpirsyarî nêzî peywirên xwe bûye û di hemû xebatan de bi ser ketiye. Wek yek ji gerîla YJA STARê, bûye yek ji fermandara me ya jin ku di gerîlatiyê de xwe bi pêş ve biriye, gelek hevalên ku pê re dixebitîn perwerde kiriye û ji bo pêşketina hevalên ciwan gelek ked daye. Heta dema ku şehîd ketî jî, ji bo ku tiştekî li têkoşînê û hevrêyên xwe zêde bike kêfareteke mezin kiriye, li dijî hemû êrîşên dijmin tim li eniyên pêş cihê xwe girtiye, bûye yek ji nûnera helwesta jina azad.

Hevalê me Serdar Tatwan li Bedlîsê hatiye dinê, hê ciwantî têkoşîna azadiyê nas kiriye û 2003’an tevlî nav gerîla bûye. Hevalê me Serdar ku xwedî karakterekî dilnizm bû tim li qadên pratîk maye û bûye gerîlayekî serkeftî. Bi salên dirêj li qadên ku şer lê herî dijwar e xebat kiriye, li dijî hemû êrîşên dijmin bi rengekî herî aktîf bersiv daye û li qadên ku lê dima, di gelek çalakiyên dijî dimin de, bi rengekî herî xurt tevlê bûye. Bi tecrûbeya salan bûye yek ji fermandarê ciwan ê gerîla, li gelek qadan, bi asta pêşî di xebatên rêveberiyê de cih girtiye. Bi berpirsyarî nêzî hemû peywirên partiyê bûye û hemû peywirên xwe hewl daye ku bêkamî bi cih bîne. Hevalê me Serdar, demekê bûye fermandarê Akademiyên Şehîd Mabîr, berpirsyariya perwerdekirina bi sedan hevalên ciwan kiriye. Bi sedan ciwanên ku di xebatên perwerdeyê de gihandî, niha bi perwerdeya ku jê standine, li qadên pratîk li dijî dijminê dagirker şerê herî aktîf dikin. Keda bi salan a hevalê me Serdar ya li çiyayên Kurdistanê, tevlêbûna wî û bihistyariya wî ya xwedîderketina li rêxistinê ew ji bo me kiriye hevalekî wiha ku em ji xwe re mînak bibînin. Xwedîderketina li mîrataya hevalê me Serdar, ku heta kêliya dawî jî têkoşiyayî, hilgirtina vê keda wî, ji bo me dibe peywira sereke.

Hevalê me Baran Mawa li Mêrdînê hatiye dinê û bi baweriya ku divê li dijî faşîzma TC’ê tiştek wre kirin bi xebatên nav ciwanan di nav refên têkoşîna azadiyê de cihê xwe standiye. Ji 2003’yan û wir ve hevalê me Baran di nav xebatên Komalên Ciwan de maye, demeke dirêj xebatên ciwanan kiriye û piştî demekê xwe tevlî têkoşîna aktîf a gerîla kiriye. Li nav gerîla ji rihê ciwan tiştek ji dest nedaye û bi coşî, rih û kelecaniya ciwan tevlî bûye. Bawerî pê aniye ku ji bo siberojên azad ê gelê me divê bi çalakî mirov tevlê têkoşînê bibe û bi rengekî xurt gerîlatî kiriye. Hevalê me Baran bûye yek ji wan hevalê me ku hîsên ciwantiyê li çiyayê Kurdistanê kiriye sembol.

Hevalên me Sara, Dijwar, Erdal û Şoreş jî li bajarên cuda yên Kurdistanê hatine dinê û li çiyayên Kurdistanê di nav têkoşînê de mane. Di şoreşa Kurdistanê de, li qada hevpar a têkoşînê, di nav têkoşînê de ya bi nirxên hevrêtiyê, helwesta her hevalekî ji me ya li dijî êrîşên giran ên faşîzma TC’ê, bi karakterên xwe yên têkoşer ji hêla hemû hevrêyÊn xwe ve wê tim werin naskirin û bibin mînak.

Ji ber şehîdbûna wan di serî de serê malbatên hêja yên hevalên me, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke dî sond dixun ku bi rengekî ku layiqî şehîdan bin em ê di rêya wan de bimeşin.

 

19’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê