HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 15'ê Tîrmehê saet 12:50'î li ser rêya navçeya Mîdyat a Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê li dijî wesayiteke kontrayan çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Derb li wesayitê hate xistin, lê hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

2. Şeva 12'ê Tîrmehê saet 23:30'î hêzên me li dijî leşker û kontrayên li ber bendava li navçeya Farqîn a Amedê bûn çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 kontra hatin kuştin.

3. 16'ê Tîrmehê saet 05:40'î, hêzên me li ser rêya navbera navçeyên Tetwan û Xîzanê yên Bedlîsê li nuqteyeke artêşa TC a dagirker xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

4. Roja 14'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li mintiqayên Risor û Navyana Şêxa yên herêma Şehrîban a Şirnexê dest bi operasyonê kirin. Operasyon roja 15'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 16 û 17'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer 16'ê Tîrmehê saet 18:00 li derdora gundê Golka yê herêma Metîna, 17'ê Tîrmehê jî li qadên Geliyê Reş û Ermûşê yên herêma Xakurkê bomberdûman kirin.

 

18’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê