Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê!
24’ê Tîrmeha 2018 saet 23:55’ê şevê dema ku yekîneyekî me li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi erka xwe radibûn, rastî yekîneyek veşartî ya dijmin a li hermê tê û li vir şer rû dide.
Di şerê bi saetan dom kir de gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin de, 3 hevrêyên me bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Ji hevrêyên me yên şehîd bûne nasnameya hevrê Karker û Diyar eşkere bûne, lê nasnameya hevrêyê me yê din dema hate eşkerekirin em ê bi raya giştî re parve bikin.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên bi ruhekî fedayî şer kirin û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Heta em daxwaz û hesreta hevrêyên xwe yên şehîd azadiya Kurdistanê pêk bînin, wê têkoşîna me bidome.
Nasnameyên şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Diyar Qendîl Nav û Paşnav: Xalîl Yîgît Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayîkê-Bav: Emîne – Ahmet Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ 24’ê Tîrmeha 2018
|
Diyar – Halil Yiğit
Nasnav: Karker Amanos Nav û Paşnav: Selîm Dama Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayîkê-Bav: Rahîme-Seydo Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ 24’ê Tîrmeha 2018
|
Karker – Selim Damar
9’ê Tebaxê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê