HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besayê 7’ê Tebaxê saeat 07.30’an li Şirnexê, li girê Şerefiyê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke sekvanî hate kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

 Her wiha bi çarçoweya pêngava şoreşger 28’ê Tîrmehê saet 22.30’an li Şirnexê, li nêzî gundê Deywanê li dijî xeta rageşiya zêde Ya bendava Ilisûyê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de xeta rageşiya zêde hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê li qadê artêşa TC’ê ya dagirker operasyonek daye destpêkriin û 1’ê Tebaxê bê encam vekişiyaye.

2. 5’ê Tebaxê saet 20.30’an li Çewlikê, li nêzî gundê Melkan a bajaroka Sancakê kontrayekî bi navê Ahmet Nebî ji hêla hêzên me ve hatiye cezakirin. Hêzen me dest li ser demanceya li ser vî kontrayî daniye.

3. 5’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Darlitepe ya Çewlikê bi desteke balafirên keşfê ya bêmirov li qadê operasyon daye destpêkirin. 6’ê Tebaxê berê sibehê di navbeyna hêzên me û yekîneyên veşartî yên dagir de şer derketiye. Di mawaye operasyonê de hêzên dagirker bi helîkoptêrên bi navê kobrayê li derdorê reşandiye. Ev operasyon heman rojê nîvrokî ji qadê xew kişandiye. Derbarê operasyonê agahiyên berfireh piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

4. 8’ê Tebaxê 2018’an me di daxuyaniya xwe de gotibû 1’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şehîd Rojhat a Amedê operasyonek daye destpêkirin û di şer de ku heta 3’yê Tebaxê dom kirî 2 hevalên me şehîd bûne.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Navê Qod: Azad Zagros

Nav Paşnav: Mecid Delayimilan

Cihê Bûyinê: Maku

Navê Dê û Bav: Finas - Ebuşakir

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Tebax 2018 / Amed

Azad – Mecid Delayimilan

Navê Qod: Şahin Norşîn Avesta

Nav Paşnav: Ahmet Dorak

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Nadire - Suleyman

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Tebax 2018 / Amed

 

Şahin – Ahmet Dorak

5. 8’ê Tebaxê saet 18.30-19.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker girê Şer ê herêma Qendîlê ya Qadên Parastina Medyayê bombe kirin.

 

9’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya  HPG’ê