HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Gulanê de me ragihandibûn ku ji 25'ê Gulanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî de 4 hevalên me şehîd bûne.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Avareş Tolhildan

Nav paşnav: Hulya Edîz

Cihê jidayikêbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Nûre-Enver

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020'an / Xakurkê

Avareş – Hülya Ediz

Nasnav: Mervan Spertî

Nav paşnav: Mûsa Kaplan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Vedîa-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020'an / Xakurkê

Mervan – Musa Kaplan

Nasnav: Tolhildan Welat

Nav paşnav: Zeynel Tekçe

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Asya-Tacettîn

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020'an / Xakurkê

Tolhıldan – Zeynel Tekçe

Nasnav: Viyan Ararat

Nav paşnav: Marya Nevîdî Xezayî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Necîbe-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020'an / Xakurkê

Viyan – Marya Nevidi Xezayi

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê navê fedakarî û têkoşîna bênavber a di nava şert û mercên herî zehmet de ye. Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê ku bêteredût têkoşîna azadiyê dimeşînin, li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser gelê me xwe kirin sîper, hîn jî barhilgirên hêviya paşeroja azad a gelê me ne. Gerîlayên Azadiyê ku bi xwenûkirinê di gerîlatiya Nodernîteya Demokratîk de gavên mezin diavêjin, her roj îdîaya xwe mezin dikin, bersiva pêwîst didin êrişên faşîst, hewesa dewleta TC a faşîst-mêtinger di ber de dihêlin.

Hevrêyên me Avareş Mervan, Tolhildan û Viyan ku di 25'ê Gulanê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kirin, li herêma Xakurkê di dema operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker de li dijî hêzên dijmin ên faşîst berxwedaneke mezin nîşan dan. Hevrêyên me yên şehîd bûn bi ruhê milîtaniya Apoyî bûn fedayî û bersiva berxwedanê dan hêzên dagirker.

Hevalê me Tolhildan Welat di sala 1988'an de li Colemêrgê ji dayik bû, di sala 2015'an de tevlî nav refên gerîla bû. Hevalê Tolhildan ku li nava malbateke welatparêz Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, bi vê hişmendî û ruhê berxwedanê tevlî nava têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî doz da ku bibe şopdarê rastiyê û pratîka vê yekê jî bi cih anî. Li nava refên têkoşînê, armanca xwe ya milîtaniya Rêber Apo bi ruhê fedayî kir yek û her tim hewl da ji aliyê îdeolojîk ve xwe nû bike, têbikoşe. Di îdeolojiya Rêber Apo û felsefeya azadiyê de kûr bû û her gava xwe ya li nava jiyanê li gorî vê yekê avêt. Hevalê Tolhildan bû gerîlayekî azadiyê, bi rûmeta vê yekê jiya, di dilê her hevrêyên xwe de bi moral, bi sekna xwe ya radîkal û bi biryar cih girt.

Hevala me Avareş Tolhildan li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû û di sala 2015'an de ji Botanê tevlî nava refên gerîla bû û xeyalên xwe yên azadiyê pêk anî. Dema ku xwe gihand gerîla xwe pê re kir yek û heta kêliya dawî bi kelecan û bi xurtî tevlî bû. Hevrê Avareş hewl da di felsefeya Rêbertî de xwe kûr bike, agahiya xwe li qada leşkerî xurt kir û li nava refên gerîla bû nûnereke pêşeng a jin ên ciwan.

Hevalê me Mervan Spertî jî li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Di nava derdoreke welatparêz de mezin bû û di temenê ciwantiyê de têkoşîn nas kir. Li dijî polîtîkaya dejenerekirina ciwanan û tunekirinê ya sîstemê, bi tevlîbûna li nava refên Têkoşîna Azadiyê bersiv da. Hevrê Mervan ku her tim xwedî dînamîzma ciwantiyê bû, bi rêbaza fedayî tevlî bû û bandoreke kûr li hevrêyên xwe hemûyan kir. Kelecana ruhê milîtaniya Apoyî bi pratîka gerîla re kir yek û di temenê ciwan de bû mînakeke mezin a berxwedanê û navê xwe li nava nemirên Kurdistanê nivîsand.

Hevala me Viyan Ararat li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Tevî ku li nava derdoreke welatparêz mezin bû, taybetmendiyên zordar ên civakê, rastiya civakî ya ku îradeya jinê tune dibîne, kir ku hevrê Viyan bikeve nava lêgerîna azadiyê. Hevrê Viyan felsefeya Rêber Apo nas kir û bersiva lêgerînên xwe li nava Gerîlayên Azadiyê dît. Hevrê Viyan bi pratîkeke xurt bi kêliyekê jî ku hewldana mezinkirina têkoşînê qut nebû û timî hewl da bi pêş ve biçe û ji hevrêyên xwe re bû hêz û moral.

Hevrêyên me Tolhildan, Avareş, Mervan û Viyan ku bi milîtanî jiyan û bi fedayî şehîd bûn, em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û soz didin ku em ê bi xeta xwe ya şerê hêjayî şehîdên leheng ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tola hevrêyên xwe hilînin. Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd bûne em ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên leheng bi ser bixînin.

20’ê Hezîranê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê