Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Dewleta TC'ê ya dagirker 16'ê Hezîranê bi bingeh li ser herêma Heftanînê, li ser xaka Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkirinê daye destpêkirin û bi derfetên teknîk ên li dêst bênavber êrîşên tîne ser van xakan. Hêzên me li herêma Heftanînê li dijî dagirkeran berxwedaniyeke dîrokî dikin û derbên giran li dagirkeran didin. Dewleta TC'ê ya faşîst a mêtinger ku çarçoweya dagirkirinê berfireh dike û dixwaze bidomîne, li ser xaka Başûrê Kurdistanê gelê me jî dike hedef.
Ev tevgera dagirkirinê ne tenê li ser PKK'ê ye, her wiha li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Gelek caran bi zanebûn û bi plan herêmên ku gel lê ye dike hedef, ev hişmendiya faşîst mirovên me qetil dike, dîsa 19'ê Hezîranê (duh) li herêma Zapê êrîş biriye ser gundê Sîda û li vir 4 û li herêma Metîna li gundê Golka jî 1 mirovên me yê sivîl şehîd bûne. Dagirker li gundê Sîda wesayiteke sivîlan, bi kontrola amûrên hewayî yên bêmirov bi zanebûn kirine hedef û bome kirine. Li herêmê, ku bi sedan sivîl lê dijîn, wan saetan ev êrîşa dewleta TC'ê ya faşîst, planên wan ên gemarî û rûyê wan ê rastîn ê komkuj careke dî nîşan daye.
Ev êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker bi aşkareyî nîşan dide ku ne tenê tevgereke dagirker e ku tenê Heftanînê dike hedef. Planên dagirkirinê yên li ser Heftanînê, ku parçeyek ji wê ye ku xakên Başûrê Kurdistanê bike bin mêtingeriya xwe û dagir bike, planeke wiha ya dagirkirinê ye ku hemû Başûrê Kurdistanê dide ber xwe.
Gelê me yê hêja yê Başûr divê vê baş zanibe; em hêzên fedayî yên PKK'ê HPG'ê, em ê destûrê nedin ku dewleta Tirk a faşîst Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên me di serî de li Heftanînê li gelek qadan wê şerekî stratejîk bike. Di pêvajoya şer de, ku wê pir giran be, hêzên me yên gerîla wê berxwedaniyeke dîrokî bike, derbên dîrokî li dagirkeran bide û wê serfiraziyeke dîrokî bi xwe re bîne.
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê pir welatparêz e û ji bo azadiyê berdêlên mezin daye. Ji Enfalan, Helepçeyan derbas bûye. Ji bo azadiya xwe bi sed hezaran şehîd daye. Ev şehîdên leheng ji bo berevaniyê li xaka Kurdistanê bikin, bi fedayî şer kirne û canê xwe dane. Gerîlayên Kurdistanê jî wê têkoşîna azadiyê ku şehîdan dayî, nirxên ku wan ava kirine biparêze, bêguman bi rengekî fedayî wê berevaniyê li xaka Kurdistanê bike. Tevgera me li bara gelê me yê Başûrê Kurdistanê pir hurmetdar e, pir jê hez dike. Ji Zaxo ta bi Amediyê, ji Amediyê ta bi Şeladizê, ji Şeladizê ta bi Ranyayê, em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikin, ku li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk a bi navê ''ez li dijî PKK'ê operasyonê dikim'' dengê xwe bilind bike û têkoşînê geş bike.
Bi vê çarçoweyê em sersaxiyê didine malbatên şehîdên me Newzat Mustafa Îslam, Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer, sersaxiyê didin gelê herêmê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz. Em son dixwin ku tola sivîlê şehîd bi rengekî giran hilînin û xwîna wan li erdê nahêlin.
20’ê Hezîranê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê