Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya 3'ê Hezîranê de me ragihandibûn, ku hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker, li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk anîne û di encamê de 9 leşker hatine kuştin. Her wiha me ji raya giştî re ragihandibûn ku di çalakiyê de hevrêyên me Brûsk û Mizgîn ên bi ruhê berxwedana fedayî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn.
Hevrêyên me Brûsk (Veysel Amaç) û Mizgîn (Medîne Çîftçî) li Xakurkê li dijî êrîşa dagirkeriyê, bi taktîk û rêbaza serdema nû yekîneyên dijmin ji hev xistin, li dijî dewleta TC a faşîst destana lehengiyê nivîsandin û gihîştin asta şehadetê.
Di êrîşa balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ya 2'ê Hezîranê ya li Herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Azad (Serhat Kartal), Çiya (Cebraîl Bûlût) û Reşît (Mehmet Îrtegun) dema li dijî dewleta TC a dagirker têdikoşiyan şehîd bûn.
Agahiyên li ser sicîla şehîdên me:
Nasnav: Brûsk Denîz Nav paşnav: Veysel Amaç Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Lîman-Hîkmet Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê |
Brusk – Veysel Amaç
Nasnav: Mizgîn Pîr Nav paşnav: Medîne Çîftçî Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Sabîha-Ramazan Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê
|
Mizgin – Medine Çiftçi
Nasnav: Azad Sîser Nav paşnav: Serhat Kartal Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Erdem-Hanîfî Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn |
Azad – Serhat Kartal
Nasnav: Çiya Riha Nav paşnav. Cebraîl Bûlût Cihê jidayikbûnê: Riha Dayik-Bav: Saîde-Abdullah Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn |
Çiya – Cebrail Bulut
Nasnav: Reşît Serdar Nav paşnav: Mehmet Îrtegun Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Meryem-Enver Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn
|
Reşit – Mehmet İrtegün
Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a faşîst a li herêma me ya Xakurkê, hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hevalên me bi taktîk û teknîkên nû hêzên dagirker dixin nava şoqê, rê nadin hêzên faşîst ku hezar sal in dixwazin Kurdistanê dagir bikin û bi lêdana derbên giran biryardariya 'destûr ji dagirkeriyê re nîne' bi îradeya mezin a Apoyî nîşan didin. Hevrêyên me Mizgîn û Brûsk ku tevlî vê berxwedana dîrokî bûn derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me Brûsk Denîz û Mizgîn Pîr ên di demên cuda de tevlî tevgera me bûn, bi ciwantî, taybetmendiyên xwe yên dînamîk û zîrek li herêma Xakurkê bûn gerîlayên profesyonel. Hevrêyên me ku bi fedakarî û dilsoziya xwe dihatin naskirin, dema ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin şer dikirin, li çiyayên azad ên li Xakurkê bûn sembola fedakarî û lehengiyê û gihîştin asta şehadetê.
Hevalên me Reşît, Azad û Çiya yên li eyaleta Avaşînê, ji ber êrîşa hewayî ya hêzên dijmin gihîştin şehadetê. Hevrêyên me Reşît Serdar, Azad Sîser û Çiya Riha ku hestên Kurdistanî ji kûrahî ve hîs kirin û mêtingeriya dewleta Tirk red kirin, bûn şervanên rastî yên heqîqetê û di demên cuda de tevlî nava refên tevgera me bûn. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve navên fermandarên efsanewî yên tevger û gelê me li xwe kirin û bûn şervanên tolhildanê yên bi rûmet ên van fermandarên me yên mezin. Bi fedakarî, dîsîplîn û piştrastiyê li her qadê bûn çavkaniya moralê.
Hevrêyên me Mizgîn, Brûsk, Reşît, Azad û Çiya li ser vê bingehê tevlî karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya me ji hevrêyên xwe wergirtine bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin. Bila serê malbatên welatparêz ên hevrêyên me yên hêja û gelê Kurdistanê sax be.
7’ê Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê