Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 3’ê Hezîranê de li nezî Pira Şoşveng a Pilura Dêrsimê hêzên me yekîneyeke artêşa dagirker xistine bin kontrola xwe ya ku kemîn danîne. Hêzên me demeke dirêj ev yekîne şopandine û di saet 18.00’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane.
Di vê çakiyê de bi qasi ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Lê hêjmara leşkerên mirî û biriîndar gelekî zede ne.
2. Di 3 û 4’ê Hezîranê de balafirên şer ên artêşa tirk a dairker geliyên Dola Çil û Çar û ya Şêxzade bomberdûman kirine. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye. Pêşmergeyên bi navê Hoşawî Mîkael, Mahacir Mikael,û Cabir Halîl Suleyman birîndar bûne. Artêşa Tirk bi van bomberdûmanan dixwaze kes li vê herêmê nemine û çavê gele me yê Başûrê Kurdistanê bitirsîne. Artêşa Tirk a dagirker êrîşî sîvîlan dike û careke din dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan diyar kirye. Em şifaya xêrê ji van mirovan re dixwazin.
Li herêma Zapê jî di 2 û 3’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de balafirên şer qada Kûnîşkayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmana di 2’ê Xezîranê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe şehîd ji raya giştî re ragihînên.
Di 4’ê Hezîranê de jî saet di navbera 22.30-23.00’an de balafirên şer Qada Şehîd Rustem bomberdûman kirine.
Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de derdora gundê Ergenê hatiye bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihîştiye baz û baxçeyên gel.
6’ê Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê