Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Hevrêyên me Esmer, Ararat, Bêrîvan di êrîşa 25’ê Hezîranê ya artêşa TC’ê ya li devera Şeşdarê ya girêdayî herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi lehengî li ber xwe dan, bi dehan leşkerên ceza kirine û heta guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Esmer Devrîm Zerdeşt Nav û Paşnav: Esmer Kiyar Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê-Bav: Şahîde – Yûnûs Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020 |
Esmer – Esmer Kıyar
Nasnav: Ararat Malazgirt Nav û Paşnav: Songul Polat Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayikê-Bav: Kadriye – Halîs Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020 |
Ararat – Songül Polat
Nasnav: Bêrîvan Cûdî Nav û Paşnav: Esra Ergun Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayikê-Bav: Hamî – Hasan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020 |
Berivan – Esra Ergün
Dewleta TC'ê ya faşîst ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi ser bixe bi hemû derfetên berdest operasyonên dagirkirinê yên li ser Kurdistanê didomîne. Dewleta TC'ê ya faşîst ku dixwaze hemû nirxên madî û manewî yên ku li Kurdistanê bi kedeke mezin derketine holê ji holê rake, bi van kirnên qirkirinê dixwaze civaka Kurd ji kokên wê yên azadiyê qut bike. Li dijî vê hişmendiya dijî mirovahiyê ku gerîlayên Kurdistanê dike hincet û her cure komkujî û qirkirinê ji xwe re weke heq dibîne, yekane hêza berxwedêr gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Pergala berdest a cîhanê û berjewendiyên dewletê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wêrek dike û her ku diçe rejîma faşîst li ji bo hemû mirovahiyê dibe talokeyeke mezin. Refîma faşîst a AKP-MHP'ê ya dijî mirovahiyê, hişmendiya DAÎŞ'ê dike formeke dî, hewl dide ku li ser herêmê rejîmeke xwînxwar ava bike. Ev rejîma dagirker, li pêşberî xwe weke hêzeke sereke gelê Kurd dibîne û li dijî gelê me şerekî gemarî dike. Hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê, gaveke ber bi pêkanîna xeyala dewleta faşîst a TC'ê ye, gaveke bi hewldana pêkanîna konsepta dagirkirinê ye.
Ji 16'ê Hezîranê û vir ve dewleta TC'ê ya dagirker û faşîst ku ji 16'ê Hezîranê û vir be hemû derfetên xwe bi kar tîne û li ser herêma Heftanînê operasyoneke berfireh a dagirkirinê dike, li bara berxwedaniya mezin a gerîlayên Kurdistanê şikestineke mezin xwariye. Artêşa TC'ê ya mêtinger li gel her cure derfeta teknîk jî, li bara gerîlayên Modernîteya Demokratîk a ku bi giyanê ji nû ve avabûnê profesyonel bûyî bêgav maye. Ji ropa pêşî ya operasyona dagirkirinê ve ji hêzên me derbên giran xwariye. Hevrêyên me Ararat û Bêrîvan ên bi fermandariya hevrêya me Eser ji dema ku operasyonê dest pê kiriye, li djî artêşa faşîst bûne xwedî berxwedaniyeke dastanî, bi xwîna xwe dastan nivîsin, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka bêhempa ya têkoşîna azadiyê nivîsîne. Hevrêyên me ku li her devera ku dagirker gava xwe avêtin bersiva hewce dane wan, bedena xwe kirine sîper û xakên dêrîn ên Kurdistanê parastine û nifşên dahatuyê re mîrateya berxwedaniyeke bêhempa hiştine.
Hevrê Esmer 1987'an, li Amedê, ku ji hêla Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve xwedî roleke navendî ye hatiye dinê û ji salên ciwantiyê ve tevlî nav refên berxwedanê bûye, bûye eyek ji kesayatiya milîtanên Apoyî yên hijmetkar ku ji hêla rêça welatparêz ve bidirûv bûye, bi her tiştî pêşengiyê dike. Hevrê Esmer ku 5 salan li zindanê maye, gavekê jî serê xwe li ber dewleta faşîst netewandiye, piştî berxwedana zindanan, ji bo hêviyên azadiyê yên gelê Kurd pêk bîne berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Esmer di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de tim li pêş bûye, hîç ji ber barê giran xwe nedaye alî, bilez bûye fermandar û bûye gerîlaya mînak a serdemê. Dilnizmiya wê ya li nav hevalan, tevlêbûna wê ya nav jiyanê û gav bi gav bicihanîna rola pêşeng kiriye ku hevreyên wê tim bixwazin ew li cem wan be. Li bara hêzên mêtinger helwesta wê ya tund û zelal dema berxwedana Heftanînê kiriye ku dijmin jê kezebqetiyayî bibe.
Her wiha, hevrêyên me Ararat û Bêrîvan ku li qada Heftanînê dema berxwedaniya mezin şehîd bûne ji herêmên cuda yên Kurdistanê bûne û bi welatparêziya Kurdistanê û çanda wê ya qedîm çêbûne. Hevrêyên me ku li qada lê dijiyan rastî li gavên rejîmên faşîst hatine ji bo ku daxwazên azadiyê yên gelê Kur bi cih bînin tevlî nav refên gerîla bûne û bûne pêşengên berxwedaniyeke dîrokî. Hevrêyên me pê dizanini ku bêrîkirina li azadiyê çetîn û dijwar e, dema êrîşên dagirker heta bi guleya xwe ya dawî şer kirine, li dijî hêzên dagirker bersiva hewce dane.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin em ê alaya serfiraziyê ya hevrêyên xwe serfiraz bikin.
18’ê Tîrmehê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê