Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me li qada navbera gundên Osyan û Aqirê yên navçeya Qilabanê ya Şirnexê, tîmên taybet ên artêşa TC a dagirker ku demek bû li herêmê tevdigeriya, xistin bin kontrola xwe. Yekîneyên dijmin 14'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li Girê Şehîd Kahraman bûn hedefa hêzên me.
Ji cihekî nêz ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de 2 çeper û konek hatin îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 tîmên taybet hatin cezakirin. Hêzên me her wiha li stasyona bazê ya li ser heman girî xistin û di encamê de stasyona bazê îmha kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn hate lidarxistin.
2. 16'ê Tîrmehê saet di 14:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û zozanê Rotê yê qada Goşine ya herêma Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
17’ê Tîrmehê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê