HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

28'ê Kanûna 2016'an di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Mazdek, Aram û Botan heta nefesa dawî bi lehengî şer kirin, ji daxwaza azadiyê û baweriya serketinê tawîz nedan û şehîd bûn.

Van hevrêyên me yên leheng ji bo jiyana bi rûmet a gelê me bênavber têkoşiyan û ber bi şehadetê ve meşiyan. Di salvegera şehadeta wan de em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a 'Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad' teqez pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mazdek Kurdistan
Nav Paşnav: Ramîn Zendpûr
Cihê Jidayîkbûnê: Sine
Dayik – Bav: Şehnaz – Sedîq
Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Kanûna 2016’an / Herêmên Parastinê Yên Medya

Mazdek – Ramîn Zendpur

Nasnav: Aram Rênas
Nav Paşnav: Nayîf Elmas
Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn
Dayik – Bav: Cemîle – Mehmet Mehsûm
Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Kanûna 2016’an / Herêmên Parastinê Yên Medya

Aram – Nayîf Elmas

Nasnav: Botan Gever
Nav Paşnav: Hamza Salîm
Cihê Jidayîkbûnê: Colemêrg
Dayik – Bav: Zumrut – Tahîr
Dem û Cihê Şehadetê: 28’ê Kanûna 2016’an / Herêmên Parastinê Yên Medya

Botan – Hamza Salîm

Hevrêyê me Mazdek li yek ji navendên xeta berxwedanê ya pîroz a bi sedan salî ya gelê me li Sineyê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ku her tim piştgirî da têkoşîna ji bo azadiya gelê me, mezin bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewletên dagirker ên li ser gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bi xwe yekser dît û di temenekî ciwan de li Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me li dijî êrişên dagirkeran xeta têkoşînê her tim xurt kir û sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi vî rengî hebûna xwe fedayî bicihanîna armanca serketinê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê kir. Hevrêyê me li gelek herêmên cuda ma, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê zêde kir û bû milîtan û fermandarekî şareza yê xeta serdema nû. Li Şengalê, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êriş bir ser gelê me, tevî hevrêyên xwe tevlî şerê parastina gelê me bû. Li refên herî pêş derbên mezin li çeteyên dijminê mirovahiyê xist. Hevrêyê me Mazdek ji xwe re kiribû pîvana bingehîn ku hem di şer de hem jî di nava jiyanê de li refên herî pêş be. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û ji dil, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar her tim li pêş bû. Hevrêyê me ruhê yekîtiya neteweyî di şexsê xwe de şênber kir û ji xwe re kir armanc ku li her bihosta xaka Kurdistanê li dijî dagirkeran şer bike û armancên azadiyê yên gelê me pêk bîne. Armancên hevrêyê me Mazdek wê ji bo me hevrêyan bibe armanc û em ê bi serketineke mezin van armancan tacîdar bikin.

Hevrêyê me Aram li warê serhildanan li Mêrdînê ku hestên welatparêziyê lê gelekî xurt e, ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ji dayik bû, ku gelek endamên malbatê tevlî nava refên têkoşînê bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û bûyer ji nêz ve şopand. Ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî nava refên şoreşê bibe kete nava lêgerînan. Di demekê de ku êrişên li ser gelê me giran bûbû, baweriya xwe bi wê rastiyê anî ku civakek heta nebe xwedî rêxistiniya xweparastinê nikare hebûna xwe biparêze, sala 2014'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ku yekane hêza parastinê ya gelê me ye. Ji roja ku xwe gihand çiyê û pê ve bi xurtî tevlî bû; ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş xist, di demeke kurt de xwe gihand xeta gerîla ya şareza. Li her cihê ku lê ma bi rengekî xurt tevlî bû, bi biryardarî û xwestek, tempoya xwe timî xurt kir, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bi rengekî bêdawî bi xeta Partiyê û rastiya şehîdan ve hate girêdan û ji bo bicihanîna daxwaza azadiyê ya gelê me bêteredût ber bi şehadetê ve meşiya. Ji bo biichanîna armanca serketinê, pratîkeke serketî pêk anî. Hevrêyê me Aram bi meşa xwe ya bi biryar a li ser xeta têkoşîna şoreşgerî wê rêya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ronî bike.

Hevrêyê me Botan li Colemêrgê ya ku xwedî kevneşopiya berxwedanê ya xurt û hişmendiya welatparêz, ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û êrişên înkar, asîmîlasyon û îmhayê yên dagirkeran ên li dijî gelê me yekser dît, li dijî dagirkeran bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me berê xwe da armanca serketinê û her ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, têgihişt ku gelê me tenê bi têkoşîna xurt û bi biryar dikare azad bibe. Tevlî têkoşîna bênavbera a gerîlayên Kurdistanê bû û biryar da ku di meşa serketinê ya gelê me de bibe mlîtanekî pêşeng. Sala 2015'an dema ku êrişên dagirkeriyê ji nû ve giran bû, ji bo pêkanîna vê armanca xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li gel temenê xwe yê ciwan li ser bingeha hevrêtiya xurt a jiyana gerîla bi kelecan û daxwazeke mezin tevlî bû, di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil û bi moral li her cihê ku ma li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo xeta Rêber Apo liher qada jiyanê serwer be timî hewl da tiştên hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û xwe ji pêşketina hevrêyên xwe berpirsyar dît. Ji xwe re kir karê esasî ku pêwîstiyên milîtaniya pêşeng her tim bi cih bîne. Hevrêyê me Botan di demeke kurt de bi têkoşîna xwe li herêma Zapê mÎrateyeke xurt a şoreşgerî li pey xwe hişt. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.

Hevrêyên me Mazdek, Aram û Botan bi têkoşîna xwe ya li ser xeta lehengiyê hêviya serketinê û baweriya bi azadiyê ya gelê me timî xurt kirin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

28’ê Kanûna 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê