HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker bi tevlêbûna bi hezaran dagirkeran ligel ku operasyonên berfireh li dar xist jî li hemberî hêzên me nikarin encamê bi dest bixînin.

Hêzên me bi taktîkên gerîlatiya profesyonel hin çalakî kirin û derbên giran li dagirkeran xistin. Dagirker jî ji ber derbên giran êrişên hewayî dikin. Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Di 22’ê Kanûnê de saet di 18.00’an de qada Golka ya herêma Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 22’ê Kanûnê de saet di navbera 16.10-16.40’an de dora çemê Lolanê ya Xakurkê bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

Di 22 û 24’ê Kanûnê de jî qada Werxelê ya Avaşînê bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

Di 23 û 26’ê Kanûnê de jî qadên Çemço, Kunîşka, Kela Bedewê, Girê Şehîd Simko û Karker ên herêma Zapê jî bi balefirên şer hatin bomberdûmankirin.

27’ê Kanûna 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê