HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Gelê Kurdistanê gelekî berxwedêr e ku li dijî her şêwe dagirkeriyê xwebûna xwe parastiye. Gelê me bi hezkirina welêt, berxwedêriya çandî û mîrateya berxwedanê, her tim li dijî zilmê lehengên xwe afirandiye.

Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ya bi pêşengiya PKK'ê, nirxên welat, ax, welatparêzî û fedayetî hîn bi wate bû û 'canfedatiya ji bo dozê' di nava rastiya Kurdistanê de hîn bêhtir derkete holê. Ev yek bû sedem ku em bikevin nava vê serdema dîrokî ku gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Bêguman, bi saya destanên lehengiyê yên fedayiyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûn, têkoşîn gihaştiye vê astê.

Hevrêyên me Hamza (Mazlûm Boztaş), Kemal (Hizir Tûran), Rênas (Dogan Cengîz), Verzaba (Hosrov Tekîn), Avareş (Mûrat Ozdemîr) û Dijwar (Îsmet Er) ku şopdarên vî nifşê canfeda ne, di berxwedana sala 2018'an de li Botan û Serhedê di demên cuda de di operasyon, şer û êrîşên hewayî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Hamza Serhat

Nav paşnav: Mazlûm Boztaş

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-Bav: Songul-Reşat

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Hamza – Mazlum Boztaş

Nasnav: Kemal Devran

Nav paşnav: Hizir Tûran

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Kûtir-Hacî

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Kemal – Hızır Turan

Nasnav: Rênas Sîpan

Nav paşnav: Dogan Cengîz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Bînnaz-Bayram

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Renas – Doğan Cengiz

Nasnav: Verzaba Xamûr

Nav paşnav: Hosrov Tekîn

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Rihan-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex

Verzaba – Hosrov Tekin

Nasnav: Avareş Erdal

Nav paşnav: Mûrat Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dayik-Bav: Fadîme-Faîk

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar

Avareş – Murat Özdemir

Nasnav: Dijwar Agir

Nav paşnav: Îsmet Er

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Sariye-Necmettîn

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar

Dıjwar – İsmet Er

Di sala 2018'an de dijminê mêtinger bi rengekî bê perwa êrîşî gelê me kir. Hevrêyên me Hamza, Kemal, Rênas, Verzaba, Avareş û Dijwar ên rê nedan dijmin û di vê oxirê de şehîd bûn, em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin û têkoşîna 'Rêberê Azad - Kurdistana Azad' ku xewn û xeyalên wan e, bi ser bixînin.

 

12’ê Sibatê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e