Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 11'ê Sibatê saet 07:20'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekanê ku xaka Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li stargeheke dijmin a li ser gir hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin.
Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û bombe li derdorê barand. Di çalakiyê û bomberdûmana piştî çalakiyê de ziyan negihaşt hêzên me.
2. Êvara 11'ê Sibatê, li Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran hebû. Saet 20:50'î di dema liv û tevgera helîkopteran de hêzên me li pîsteke helîkopterê û çeperên dijmin ên li Girê Xeregolê xistin. Di encama derbên giran de liv û tevgera helîkopteran a li herêmê sekinî. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin. Zerar li hêzên me nebû.
12’ê Sibatê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e