HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di 1'ê Gulana 2020'î de hevrêyên me Rojhilat û Sozdar dema bi erka xwe radibûn, di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

Em van hevrêyên xwe yên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

 

Nasnav: Rojhilat Agirî
Nav Paşnav: Şenol Taştan
Cihê Jidayîkbûnê: Avkevirê
Dayik – Bav: Mûkades – Nûsret
Dem û Cihê Şehadetê: 1’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastina Medya

Rojhilat – Şenol Taştan

 

Nasnav: Sozdar Kûrtay
Nav Paşnav: Dîdem Demîr
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Dayik – Bav: Çinar – Kadrî
Dem û Cihê Şehadetê: 1’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastina Medya

Sozdar – Dîdem Demîr

PKK ku partiyeke şehîdan e, rewşa şênber a watebûna herî rast a heqîqeta şehîdan e. Partiya me ku ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer ava bû ku 18'ê Gulana 1977'an şehîd bû, ji hingî ve heta niha pêşengiyê ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re dike. Partiya me PKK ku ji daxwaz û biryarariya xwe ya têkoşînê heta niha tiştek winda nekiribe, hîn bêhtir bi pêş ketibe û veguherîbe hêviya azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê, bêguman ev yek ji ber wateya dide rastiya şehadetê. Lewma meha Gulanê ew meh e ku di dîroka me ya têkoşînê de berxwedaneke mezin hatiye dayin û şehadetên mezin çêbûye. Hevrêyên me Rojhilat û Sozdar ên ku 1'ê Gulana 2020'î şehîd bûn, weke xelekek ji şehîdên meha Gulanê wê bibin hinceta pêşvebirina biryardariya têkoşînê.

Hevrêyê me Rojhilat li Agiriyê li nava malbateke xwedî hişmendiya Kurdîtiya welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Rojhilat ku xwedî mîrateya berxwedanê ya malbatek di raperîna Agiriyê de cih girtibû, li gel polîtîkayên dijmin ên bênasnamehiştinê, bi dilsoziya xwe ya li ziman û çanda xwe her tim li pêş bû. Li dijî dijminê ku ciwanên Kurd neçarî koçberiyê dike û metropolan weke navendên asîmîlasyonê li dijî wan bi kar tîne, hevrêyê me Rojhilat cewhera xwe parast û kete nava lêgerîneke xurt. Hevrêyê me Rojhilat ku kesayetiya xwe ya civakî xurt bû, bi navê parastin û xwedîderketina li van nirxan, têkoşîna Apoyî nas kir ku hêviya serketinê û temamiya tevgerên berxwedanê ye. Her ku Rêber Apo nas kir, dîrok, gel û welatê xwe Kurdistan nas kir. Bi hêrs û hesta tolhildanê ya li djî rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger, mezin bû û bi hezkirina mezin a li Rêbe Apo, gel û welatê xwe, di sala 2005'an de tevlî nava refên me yên gerîla bû. Di têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê de li qadên cuda yên şer cih girt û her tim bi dilsoziya li şehîdan û hevrêyên xwe bi rengekî durust û encamgir tevlî bû. Bi wê îdîa û biryardariya ku bibe fedayiyê gelê Kurdistanê beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Rojhilat weke endamekî Hêzên Taybet di her erk û wezîfeyê de her tim li refên pêş meşiya, bû yek ji sembolên milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrêyê me Rojhilat ku gerîlatî weke tercîheke jiyanê dît û di asta eşqê de bi vê jiyanê ve dilsoz bû, dilxwaziya xwe ya ji bo çiyayên Kurdistanê, bi klamên dengbêjiyê yên bi dengê xwe yê bedew, hem hesreta xwe ya mezin a li azadiya gelê Serhedê, hem jî sekna xwe ya mîna çiyê cihê baweriyê, bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Hevêyê me Rojhilat di gelek karên girîng û krîtîk de bi berpirsyariyeke mezin rabû, wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî, lê belê ti serketin ji bo xwe têrker nedît û her tim hewl da têkoşînê mezin bike. Bi zelaliya xwe ya di sekna leşkerî de, bi pakbûna di hevrêtiyê de û bi biryardariya ku bibe hevrêyê Rêber Apo, bû fermandarekî Hêzên Taybet ê pêşeng ê Gerîlayê Modernîteya Demokratîk.

Hevrêya me Sozdar li nava malbateke welatparêz a Şirnexê ji dayik bû, ku bi berxwedanê mezin bû. Ji ber ku malbata hevrêya me malbateke welatparêz bû û berdêl di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de da, bala hevrêya me Sozdar jî çû ser têkoşînê. Hevrêya me Sozdar lêgerîn û eleqeya xwe bi demê re gihand asta têgihiştinê û di demekê de ku êrişên dijmin herî giran bû tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi hezkirineke mezin bi jiyana gerîla re hate girêdan u hevrêyên me yên şehîd ev jiyan radestî me kiriye û bi tevlîbûneke durust bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêya me Sozdar bi perwerdeya îdeolojîk di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû, weke jineke Kurd a azad li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand, bi pêş ket û li refên me bû yek ji sembolên nasnameya jinên azad. Bi baweriya ku sedsala 21'ê bibe sedsala jinê bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû, li dijî polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirina civakê ya sîstema koletiyê ya bi serweriya mêr, ku li jin û ciwanan ferz dike, li ser xeta gerîlatiya serdema nû profesyonelî ji xwe re kir esas. Li gel dîsîplîniya li sekna leşkerî û hewldana pêşketinê, hevrêya me Sozdar bi dilnizmî, cewherî û kedkariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Heta kêliya şehadetê jî bi van taybetmendiyên xwe tevgeriya û tevlî nava karwanê nemiran bû.

Di serî de malbatên hêja yên herdu hevrêyên me yên fedayî em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.

19’ê Gulana 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê