Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:
17’ê Gulanê saet 11:30’î li dijî hêzên dagirker ên li Girê Xaç a li devera Xantûr a Herêma Heftanînê çalakiyek hatiye kirin.
Komeke dagirkerên li nava konekê kom bûbûn hate hedefkirin, 3 dagirker hatin cezakirin, kon bi temamî hate rûxandin. Dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê qada çalakî lê pêk hate bi obus û hewanan bombe kir.
2. 11’ê Gulanê hêzên me dema ku ji cihekê diçûn ciheke din li devera Selmasê hêzên Îranê êrîşî wan kirin. Li vir 4 hevrêyên me şehîd bûne.
3. Êrîşên balafirên şer û helîkopteran ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dikin.
Di vê çarçoveyê de;
– 17’ê Gulanê saet 23:15’an helîkopterên Skorsky Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê leşker danî.
– 17’ê Gulanê saet 20:45’an heta 00:00’an li deverên Memreşo, Mervanos û Şûkê yên Herêma Avaşîn tevgera helîkopteran hebû.
– 17’ê Gulanê saet 16:00 heta 16:30’î balafirên şer Zendûra ya herêma Metîna 3 caran bombe kirin.
Di van bomberdûmanan de ti ziyan bi gerîlayên me nebûye.
4. Dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare ti serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêbike. Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin.
18’ê Gulana 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê