HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1'ê Mijdarê saet 6'an balafir û helîkopterên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma operasyonê barandin. Piştî bomberdûmanê saet 10'an bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên artêşa TC a dagirker li herêmê hatin danîn.

Di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Heman rojê saet 22'an, balafirên şer bomberdûmaneke giran li qada Deriyê Hirçê kirin.

Roja 2'ê Mijdarê bi helîkopteran hêzên dagirker li qada Deriyê Hirçê hatin danîn. Piştre di navbera hêzên me û yekîneyên dagirker de şerekî giran qewimî. Hêzên me heman rojê li dijî hêzên operasyonê yên li Deriyê Hirçê du çalakî kirin. Yek jê saet 11:30'î ya din jî saet 15'an pêk hat.

Operasyon roja 3'ê Mijdarê qediya. Sîstema TC a dagirker di dema operasyonê de bomberdûmaneke giran li herêma Cûdî kir û zerareke mezin da vê erdnîgariya qedîm a mirovahiyê. Hejmara leşkerên dijmin ên di 4 rojên operasyonê de hatin kuştin û birîndar bûn zelal nebû. Di operasyonê de hevalên me Roza, Mazlûm, Tîrêj, Şevger, Çekdar û Kato ji ber şer û bomberdûmanê şehîd bûn. Hevrêyên me Sorxwîn, Zana û Karli yên bi giranî birîndar bûn ji bo dîl nekevin destê dijmin bi bombeyên xwe xwe şehîd xistin. Nasnameyên hevrêyên me Şevger û Karli dema zelal bû wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Nasnameyên şehîdên me:

Nasnav: Roza Tolhildan Serhat

Nav paşnav: Nîfsîcîhan Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hazal-Îhsan

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

 

Roza – Nifsicihan Yıdız

Nasnav: Tîrêj Amed

Nav paşnav: Abdûrrahman Saltan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Turkî-Şehmûs

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Tirej – Abdurrahman Saltan   

Nasnav: Sorxwîn Ekîn

Nav paşnav: Cevahîr Encu

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Meryem-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Sorxwin – Cevahir Encü

Nasnav: Mazlûm Erdal

Nav paşnav: Huseyîn Dervîşî

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Şemam-Bûrhan

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

 

Mazlum – Hüseyin Dervişi

     

Nasnav: Çekdar Cîlo

Nav paşnav: Serhat Gerem

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Feyrûze-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

 

Çekdar – Serhat Gerem

Nasnav: Zana Çirav

Nav paşnav: Serdem Kaçar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Fatma-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

 

Zana – Serdem Kaçar

Nasnav: Kato Sêgirkê

Nav paşnav: Mehmet Babat

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Behiyecan-Şexvan

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

 

Kato – Mehmet Babat

9 hevrêyên me dema ku herêma Cûdî ku dergûşa mirovahiyê ye diparastin şehîd bûn. Em her 9 şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev keç û xortên leheng ên gelê me ku her yek ji wan ji herêmeke Kurdistanê ne, bi wêrekî û biryardariya xwe rê nedan dijmin û li dijî dagirkerên ku jê heye dikare bi teknolojiya xwe gelên me teslîm bigire bi lehengî şer kirin û destana qehremaniyê nivîsandin. Şehîdên me ku bi çanda berxwedanê ya PKK'ê şareza bûn, ti carî teslîmiyet û esaret qebûl nekirin. Bi ruh û cesareta xwe li dijî dagirkerî, barbarî û mêtingeriyê, bûn mizgîniya rojên azad ên gelê Kurdistanê. Gelê me çiqasî bi van ewladên xwe yên hêja û leheng serbilind be, hêja ye.

Bila serê malbatên me yên hêja yên şehîdan, gelê Botanê yê welatparêz û hemû gelê Kurdistanê sax be. Em her yek ji 9 hevrêyên xwe ku bi şiyara 'Rêbertiya Azad - Kurdistana Azad' têkoşiyan, li xaka Botanê li dijî mêtingeiryê şerekî mezin kirin û şehîd bûn careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê bi bîranîna wan têkoşîna xwe bi ser bixînin.

 

9’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê