HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de hêzên me 8'ê Mijdarê saet 17'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Birnê Reş çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li leşkerên li ser gir xistin û di encamê de 3 stargeh û 2 çeper rûxandin.

Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û tankan bombe li herêmê barand. Û termên leşkerên xwe û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

2. Hêzên me roja 8'ê Mijdarê saet 9'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregolê xistin. Çalakî ji du baskan ve li dijî stargeh û çeperên dijmin pêk hat. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

3. Roja 7'ê Mijdarê saet 12:30'î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Şehîd Rahîme ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji du baskan ve derb li makîneyên kar û çeperên leşkerên dijmin hatin xistin û kepçeyek hate îmhakirin. 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker obus û hawan piştî çalakiyê avêt herêmê.

 

9’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê