HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Rizgar, Hogir û Serhed ên ku 22’yê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn, bi rêzdarî û hesret bi bîr tînin, soza dilsoziya bi bîranînên wan re didin.

 

Hevrêyên me Rizgar, Hogir û Serhed di ferqa êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de bûn û weke her ciwanek Kurd ê bi rûmet, bawer kirin ku divê di nava refên têkoşînê de cih bigirin. Dema ku wextê wê hat, bi îdîa û biryardariyeke serketinê ya mezin û bêyî teredut beşdarî nav refên gerîla bûn. Hevrêyên me Rizgar, Hogir û Serhed fêm dikirin ku gerîlatî kesayet û sekneke fedekar, kedkar, bi îrade û xurt dixwaze. Di heman demê de di kesayeta xwe de nûneriya van taybetmendiyên milîtaniya Apoyî kirin. Weke milîtanên Apoyî dema ku dihat xwestin hevrêyên me Rizgar, Hogir û Serhed sing bi sing li dijî dijmin şer kirin û di pêvajoyên ku şer herî dijwar de, bêyî ku kêliyekî jî teredut bikin, girêdayî nirxên azadiyê man. Armanc û xeyalên hevrêyên me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû û ji bo vê yekê bi fedayiyane şer kirin. Bi saya kevneşopiya berxwedana ku bi şehadeta xwe afirandîn, bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê ku îro bûye lûtke.

Weke hevrêyên wan, em car din diyar dikin ku em ê bibin şopdar, parêzvan û pratîkvanên hevrêyên xwe Rizgar, Hogir û Serhed. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:


Nasnav: Rizgar Bagok

Nav û Paşnav: Yavuz Selîm Uluç

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Şeyha – Ferhan

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Adara 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Rizgar Bagok – Yavuz Selîm Uluç


Nasnav: Hogir Hozan

Nav û Paşnav: Ferhat Tekîn

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Canê – Şefîk

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Adara 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hogir Hozan – Ferhat Tekîn


Nasnav: Serhed Ozalp

Nav û Paşnav: Onder Geçer

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Selîme – Mehmet Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Adara 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Serhed Ozalp – Onder Geçer

Rizgar Bagok – Yavuz Selîm Uluç - Li Kurdistanê Mêrdîn di destpêka herêmên ku welatparêzî lê herî kûr û bi kok lê tê jiyîn de, tê. Tevî ku ji dîrokê heta roja me ya îro gelek caran hatiye dagirkirin û rû bi rûyê êrîşên qirkirinê maye, taybetmendiyên xwe yên Kurdîtiyê heta roja îro anîne. Ji dema ku dewleta Tirk hatî avakirin û vir ve, bi rengekî sîstematîk êrîşî gelê Mêrdînê dike. Gelê me yê Mêrdînê li dijî hemû êrîşan nasname, çand û nirxên xwe yên civakî parastiye. Ji ber şoreşa neolotîk destpêkê li Kurdistanê çêbûye û gelek gel û bawerî bi hev re bi rengekî demokratîk lê dijîn, gelê me yê Mêrdînê xwedî bîreke civakî ya xurt e. Bi derketina partiya me PKK’ê re, bi bawerî û dilsoziyeke mezin xwedî li Partiya me derket. Gelê me yê Mêrdînê bi hemû hebûna xwe bawer kir ku PKK dikare nûneriya nirxên neteweyî û çanda Kurdî ya qedîm bike. Lewma bêyî teredut ewladên xwe yên herî hêja, şand nava refên têkoşînê û ev yek weke wezîfeya welatparêziyê dît. Lewma Mêrdîn li Kurdistanê yek ji bajarên sembola paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêbertî ye. Gelê Mêrdînê yê hêja wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.

Hevrêyê me Rizgar li Qoserê hate dinê ku yek ji navçeyên qedîm a Mêrdînê ye. Malbata wî nasname û çanda Kurdî bi kûranî dijî, lewma hevrê Rizgar jî girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Mîna her zarokek li Kurdistanê dijî, di temenekî biçûk de têkoşîna me ya azadiyê nas kir û jê hez kir. Hîna di wan salan de xwe weke endamekî PKK’ê yê xwezayî dît. Lewma dîtina gerîla kir yek ji armancên xwe yên herî mezin. Li benda wê kêliya ku vê armanc û xeyala xwe pêk bîne, ma. Ji dema destpêkê ya çûyî dibistanên dewleta Tirk û vir ve ji ber ku bi zimanê xwe nikare baxive û çanda xwe nikare bijî, ket nava nakokiyan. Hevrêyê me Rizgar pir zû fêm kir ku mamosteyên li dibistanê, zarokên Kurd asîmîle dikin û bi mîsyona Tirkkirinê tevdigerin. Lewma hevrêyê me nerazîbûna xwe ya destpêkê ya li hemberî dewleta Tirk, di vê pêvajoyê de raber kir. Bi demê re hingî ku rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir, ev nerazîbûna xwe jî hîn mezintir kir. Ji derdora xwe ya nêz guhdarî çîrokên destanên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir. Hingî ku guhdarî van destanan kir, mereq û eleqeya wî ya ji bo gerîla, zêdetir bû. Hevrêyê me têkildarî têkoşînê, dest bi lêgerînên xwe yên destpêkê kir. Piştre ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê û ciwanên welatparêz û şoreşger nas kir. Hevrêyê me fêm kir ku welatparêzî ew e ku wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me, pêk bîne. Lewma piştî nîqaşên ku bi hevrêyên xwe yên li zanîngehê re kirî, di nava xebatên ciwanan de bi rengekî aktîf cihê xwe girt. Di nava demeke kurt de, weke şoreşgerekî profesyonel têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me di pêvajoya ku li nava xebatan cih girtî de, rastiya Rêber Apo û têkoşînê hîn baştir nas kir. Fêm kir ku di nava sîstema kapîtalîst de, nikare bibe xwediyê jiyanake azad. Hevrêyê me Rizgar fêm kir ku yekane rêya parçekirina siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me û bûyîna xwedî jiyaneke azad, çiyayên Kurdistanê ye. Di sala 2014’an de bêyî ku teredut bike, refa sêyem a Zanîngeha Marmarayê terikand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi salan dîtina gerîla mereq dikir. Hevrêyê me Rizgar cara destpêkê li herêma Bestayê gerîla dîtin û kêliyên herî kêfxweş ên jiyana xwe, di pêvajoyê de jiyan kir. Hevrêyê me demekê li qada Botanê ma û li vir têkildarî gerîlatiyê fêrî agahiyên bingehîn bû. Ji ber ku milîtanek bû ku ji bo siberojê bawerî dida, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû da ku perwerdeyeke hîn baştir bibîne. Hevrêyê me Rizgar li vir tevlî perwerdeya şervanên nû bû û di nava demeke kurt de fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi zanebûn û tercîha xwe hat nava refên gerîla û ti carî tevlîbûneke ji rêzê qebûl nekir. Hevrêyê me bi dersên îdeolojîk, jiyanî û leşkerî bû pispor. Her hûrgûliyeke gerîlatiyê di nava xwe de hewand û pir dixwest pratîkê bimeşîne. Hevrêyê me Rizgar xwest demildest biçe qadên şer. Ji sala 2015’an û şûn ve dewleta Tirk a dagirker di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîş birin ser gelek qadên ku destkeftiyên gelê me lê bûn. Li ser vê yekê hevrêyê me çû qadên ku şer lê dijwar û di gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî yên li dijî dijmin dihatin lidarxistin de, cih girt. Hevrêyê me Rizgar hêrsa xwe ya ku bi salan di dilê xwe de kom kirî, veguherand çalakiyê û bi hêrseke mezin û hesta tolhildanê bi ser çeperên dijmin de meşiya. Hevrêyê me yê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk meşand, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar li her qadê têkoşîn meşand û di dilê her hevrêyek xwe de cih girt. Di pêvajoyên ku pratîk lê meşandî de, yek kêliya xwe jî vale derbas nekir û xwe di îdeolojiya Apoyî de kûr kir. Bi îdeolojî, zanebûna xwe ya teorîk û hêza xwe bû milîtanekî ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Hevrêyê me Rizgar ti carî xwe bes nedidît û timî lêgerîn kir ku xwe pêş bixe. Bi taybetî di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin lê herî dijwar de, zanî ku divê weke gerîlayekî azadiyê mîsyona xwe bi cih bîne. Li ser vî bingehî hevrêyê me ji bo di taktîkên gerîla yên dema nû de kûr bibe, derbasî akademiyên leşkerî bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên dîtî re, di gelek taktîkên gerîla de bû pispor û piştre bi îdîa, biryardarî û hêrsa tolhildanê derbasî cihê wezîfeyê bû.

Dijmin hewl dida di şexsê partiya me PKK’ê de hêviya azadiyê ya gelê me tune bike. Di pêvajoyeke welê de hevrêyê me Rizgar zanî ku divê milîtanek Apoyî ji her demê zêdetir têkoşîneke aktîf bimeşîne. Bû xwedî pratîkeke li gorî asta lêhêrbûnê. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û jiyana xwe ya dilnizm, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me 22’yê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû û derbasî dîroka azadiyê ya gelê me bû. Weke xwediyê jiyaneke bi rûmet û azad, wezîfeyên xwe yên li hemberî gelê me bi rengekî bêkêmasî bi cih anî û tevlî karwanê nemiran bû. Em ê têkoşîna ku hevrê Rizgar dewrî me kirî, bigihînin serketinê da ku em bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.

Hogir Hozan – Ferhat Tekîn - Herêma Şemzînan di dîroka nêz a welatê me Kurdistan de, malûvanî ji gelek berxwedanên girîng re kiriye. Bi dilsoziya xwe ya bi çanda Kurdî û zelalbûna di sekna welatparêziyê de, di roja me de jî vê mîsyona xwe bi cih tîne. Bi taybetî jî bi ewladên xwe yên hêja yên ku tevlî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê, kirî û bi berdêlên dayî ji bo gel û Tevgera me bûye navendeke girîng. Gelê me yê hêja yê Şemzînanê tevî hemû zext, zilm û komkujiyên dijmin, partiya me PKK weke hêviya azadiyê dît. Ji her demê zêdetir li dora partiya me PKK’ê kom bû, xwedî li têkoşîna azadiyê ya neteweyî derket û ji bo pêşketina wê, her cure berdêl daye.

Hevrêyê me Hogir li gundê Şapata yê Semzînanê ku xwedî rastiyeke bi vî rengî ye, di nava malbatake welatparêz a girêdayî nirxên neteweyî ji dayik bû. Ji ber hewirdora lê jiyaye xwedî li nasname û çanda Kurd derdiket, li gorî cewhera xwe bi hişmendiya welatparêziyê re mezin bû. Her çend demekê li dibistanên dijmin ku navendên qirkirinê bûn xwendibe jî, her tim di ferqa polîtîkayê dijmin de tevgeriyaye û nehiştiye ku polîtîkayên dijmin bi ser bikevin. Hevrêyê me ku di emrê xwe yê ciwantiyê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî, kesayeta xwe bi kedê ava kir. Ji bo vê jî di nav hewirdora xwe de weke mirovekî gihîştî, dilnizm û fedekar dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Her çend hevrêyê me têkoşîna me ya azadiyê ji çîrokên lehengiyê yên gerîla hîn bibe jî, bi taybetî ji têkoşîn û kesayetiya milîtanî ya apê xwe Adnan - Osman Tekîn ê di sala 1998'an de şehîd bibû, gelekî bibandor bû. Hevrêyê me Hogir ku hêz û moral ji bîranînên apê xwe Şehîd Ednan wergirt, xwest têkoşîna me ya azadiyê baştir nas bike û fêhm bike. Ji bo vê jî hevrêyê me ku ket nav lêgerînan, bi taybetî bi operasyonên şoreşgerî yên ku gerîla ji 2010'an ve li ser hîmê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger dayî destpêkirin, derfet dît ku têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me di wê ferqê de bû ku gerîla bi çalakî û darbeyên giran ên ku li dewleta Tirk a dagirker dixe, tola komkujiya li ser gelê me hiltîne. Ji vê dîrokê û şûn ve lêgerîna xwe ya ji bo têkoşînê kûrtir kir. Mîna her ciwanek Kurd di zanabûna berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me de bû û li ser vê bingehê di sala 2015’an de li dijî konsepta tasfiyeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Hogir ku bi perwerdeya ewil a ku di nav refên gerîla de dît, hînê jiyana gerîlatî û çiyayî bû, ji bo xwe pêş bixe her tim di nava lêgerînan de bû. Ji bo bibe gerîlayekî jêhatî, di qadê leşkerî, jiyanî û erdnîgariyê de ked da. Her wiha ji bo ku têkoşîn û dîroka Partî û Kurdistanê baştir nas bike, kedeke mezin raber kir. Di heman demê de hevrêyê me dizanî ku milîtaniya Apoyî bi zelaliya di felsefeya Rêber Apo û paradîgmaya jiyana azad de dikare pêk were, di vê wateyê de lêhûrbûnên girîng jiya. Hevrêyê me Hogir ku bi perwerdeya wergirtî re di kesayetiya xwe de bingeheke girîng a îdeolojîk û leşkerî ava kir, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da qadên pratîkê.

Hevrêyê me tevî ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayek nû bû jî, her tim dixwest li eniyên herî pêş be. Li ser vê bingehê bi sekna xwe ya li jiyanê û jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de, bawerî da hevrêyên xwe û gihîşt armanca xwe. Hevrêyê me ku di pêvajoyeke êrîşên giran ên dijmin de derfeta pêkanîna xebatên pratîkî bi dest xist, di demeke kurt de bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me Hogir ê ku derfet bi dest xist ku tiştên di perwerdeyan de hîn bûye bixe pratîkê, di gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatine pêşxistin de cihê xwe girt. Di vê pêvajoya pratîkî de hevrêyê me ku hevrêtiya şer, pîroziya nirxên bi kedê tên bidestxistin û rastiya şehîdan hatine avakirin baştir fêm kiriye, lêhûrbûnên kûr jiya û ji pêvajoya pratîkê dersên girîng wergirtiye. Hevrêyê me Hogir ku gihîşt wê encamê gerîlayê serketî, bi nûbûna di taktîk û şêwazê de pêkan e, ji bo bicihanîna vê pêwîstiyê demekê li akademiyên leşkerî perwerde dît. Hevrêyê me ku bi kûrkirina xwe ya di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwest li dijî êrîşên dijmin hê aktîftir rol bilîze. Ji ber vê bi ked û hewldana ku ji bo vê raber kiriye, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.

Hevrêyê me Hogir ê ku ji bo mezinkirina têkoşîna xwe her tim bi israr û biryardar bû, di wê ferqê de bû ku ancex li pêşberî rastiya Rêber Apo û şehîdan bi tevlîbûneke fedaiyane dikare erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û li ser vê bingehê careke din berê xwe da qada pratîkê. Hevrêyê me ku di şer de bi fedekarî û dilnizmiya xwe karî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de bigire, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û sade bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Hogir ê ku 22'yê Adara 2018'an di êrîşa dijmin de şehîd bû, erkên girîng ên ku divê bên pêkanîn ji me re hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrê Hogir bi serketinê tacîdar bikin û bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.

Serhed Ozalp – Onder Geçer - Navçeya Qelqelî ya welatparêz a Wanê bajarê Serhedê ku bi berxwedana xwe derket pêş, bi pêşketina têkoşîna me ya azadiyê re axa mirî ya li ser xwe avêt û bi baweriyek xurt û dilsoziyeke mezin bi partiya me PKK’ê ve hat girêdan. Gelê me yê Qelqelî ku ji jiyana Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên Partiya me û gerîlayên ku bêyî berjewendî ji bo gelê xwe bi awayekî fedekar têdikoşin bandor bûn, ewladên xwe yên herî bi qîmet fedayê refên azadiyê kir. Gelê me yê Qelqelî ku di dîroka xwe de ti carî serî li ber dijmin netewandiye û her tim di nava lêgerîna welat û jiyaneke azad de bû, heta roja îro bi baweriya ku ev yek ancax bi pêşengiya partiya me PKK'ê dikare bi pêş bikeve, girêdana xwe parastiye. 

Hevrêyê me Serhed jî di nava malbateke welatparêz a ku bi dîroka berxwedan û têkoşînê ya gelê me yê Qelqeliyê teşe girtiye, ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî û hawira ku lê dijiya welatparêz bû û bi nirxên xwe yên netewî ve girêdayî bû, di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me di serdemeke ku gerîla li herêma Serhedê serwer bû û di nava gel de belav bibû de zaroktiya xwe jiya. Ji ber vê yekê meraq û hezkirina wî li hemberî gerîla mezin bû. Weke her zarokekî Kurd, hevrêyê me jî li dibistanên ku çûye rastiya dijmin û polîtîkayên asîmlasyon û qirkirinê ya ewil nas kir. Hevrêyê me ku piştre bû şahidê zilm, zext û komkujiyên ku dijmin li hemberî gelê me pêk tîne, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet vê yekê qebûl nekir. Hevrêyê me Serhed ê ku hêrsa wî ya li dijî dijmin roj bi roj mezin dibû, xwest vê hêrsê bike xizmeta têkoşînê. Ji ber kedkariya malbatê hevrêyê me di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re dest bi kar kir, ji ber kedkariya xwe jî ji aliyê hewirdor ve hat hezkirin. Hevrêyê me di emrê xwe yê ciwantiyê de nakokiyên wî yên li hember jiyanê zêde bûn. Hevrêyê me yê ku li welatê me Kurdistanê sîstema mêtinger û jiyana koledar qebûl nekir, ti carî hêviya xwe ya jiyaneke azad pêkan e, winda nekir. Hevrêyê me Serhed berovajî profîla ciwanan a ku sîstem dixwaze biafirîne, bêhtir li ser pirsgirêkên civakî û pirsgirêka azadiyê ya gelê me lêhûr bû û li ser vê bingehê timî bi hevrêyên xwe re nîqaş pêş dixist. Di pêvajoyekê de ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me û destketiyên wê her ku diçe zêdetir dibe, hevrêyê me Serhed ket ferqa jiyana sîstemê ya ji rêzê, jiyana alternatîf di felsefeya Rêber Apo de dît. Ji bo vê jî hevrêya me bê dudilî di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Sala 2015'an yek ji salên herî dijwar ên dîroka têkoşîna me ye. Her wiha di wê salê de li dijî gelê me êrîşên giran pêk hatin. Hevrêyê me Serhed her dem di ferqa vê rastiyê de tevlî bû û di ferqa misyona hilgirtî ser milên xwe de bû. Ji bo vê jî ji roja xwe ya ewil ve di nava refên gerîla de bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me ku bi perwerdehiya nû ya şervaniyê ya ku dîtî ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve xwe pêş xist, di nav demeke kurt de hînê jiyana çiyayî û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me ku di zûtirîn demê de xwest hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyê, tevî ku hê gerîlayek nû bû jî bi israr dixwest biçe qadên ku êrîşên dijmin lê giran bûn. Bi saya sekna xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna bi xwestek a li perwerdê, piştî perwerde bi dawî bû, berê xwe da qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku êrîşên dijmin lê giran bûn.

Hevrêyê me Serhed ku her tim di nava lêgerîna derbên giran li dijmin bixe de bû, bi tevlîbûna xwe ya bi îdîa û xurt karî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de bigire. Hevrêyê me ku her tim dixwest li dijî êrîşên dijmin li herî pêş be, bi wêrekî û fedekariya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Serhed ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de bi rola xwe radibû, dizanibû ku bi her derbeya ku li dijmin dixist, hesreta azadiyê ya bi dehan salan a gelê me pêk tîne. Ji bo vê jî tu carî nehişt hêrsa xwe ya li hemberî dijmin lewaz bibe û têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me tevî ku di nava pratîkek giran de bû, tu carî navber nedaye perwerdeya xwe ya îdeolojîk. Dizanî milîtaniya Apoyî bi tenê li ser stûnekî ava nabe. Hevrêyê me Serhed ê ku xwest rastiya Rêber Apo û şehîdan fêm bike û li gorî wê bibe xwedî jiyaneke bi wate, bi keda ku raber kiriye hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Di sala 2018'an de bi dijwarbûna êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê re, hevrêyê me Serhed tevî hevrêyên xwe cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de girt û tevî şert û mercên zivistanê yên zehmet jî bû yek ji hevrêyên ewil ê ku li dijî êrîşên dijmin sekiniye. Hevrêyê me ku ne tenê di pozîsyona parastinê de bû, her tim li dijî dijmin di nava çalakiyan de bû, taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî herî xurt bi kar anî û ji bo darbe li dijmin bê xistin rolek girîng lîst. Hevrêyê me Serhed her erk bi layiqî û serketî bi cih anî û bi vê taybetmendiya xwe karî baweriya hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Serhed ku di 22'yê Adara 2018'an de bi hevrêyên me Rizgar û Hogir re di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû, mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li dû xwe hişt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrê Serhed dewrî me kiriye heta serketinê bibin û em ê xeyalên hemû şehîdên xwe di şexsê hevrêyê xwe Serhed de pêk bînin.

 

2’ê Kanuna 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG