HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gelê Kurd û fedaiyên wê bi coş, kelecan û biryardariyeke mezin a têkoşînê dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. 

Bi hêza îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa şehîdên me dimeşin, bi îdîaya serketinê û baweriyeke mezin dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava meha Mijdarê de têkoşîneke bênavber meşandin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger li ber xwe dan.

Dewleta Tirk a dagirker di nava meha Mijdarê de 6 caran bi dronên bombebarkirî û 40 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de qadên berxwedanê 270 caran bi balafirên şer û 140 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombe kir. Hêzên me bi wêrekî û performanseke mezin li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de 47 çalakiyên cuda yên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de yek jê fermandarekî payebilind, 12 jê leşkerên ji bo pereyan şer dikin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kepçeyek, wesayiteke zirxî, sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse, drone û gelek malzemeyên dagirkeran hatin îmhakirin.     

Bîlançoya şer a meha Mijdarê bi berfirehî wiha ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên Bi Balafirên Şer

270

Êrîşên Bi Helîkopteran

140

Êrîşên Bi Dronên Bombebarkirî

6

Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî

40

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bi Giştî Çalakiyên Hatine Lidarxistin

47

WINDAHIYÊN DIJMIN

Dagirkerên Hatine Cezakirin

12

Dagirkerên Payebilind Ên Hatine Cezakirin

1

Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne

7

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

Kepçe

2

Wesayîta Leşkerî ya Zirxî

1

Pergala Radarê

1

Kamerayên Mobesse

4

Dron

6

Çeper

1

60 Kîlo Teqemenî

 

ÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Helîkoptera Êrîşê

1

Kepçe

2

Kamerayên Mobesse

1

Projektor

1

Çeper

1

 

 

 

2’ê Kanûna 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê