HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

8'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li qada Dola Sarê ya herêma Besta ya Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber vê operasyonê di navbera hêzên me û dagirkeran de tevahiya rojê şer qewimî.

 Hêzên me yên gerîla di şer de derbên giran li dijmin xistin. Hêzên dagirker ku gelek caran hewl dan bi helîkopteran xwe li herêmê deynin bûn hedefa hêzên me. Ji bejahî ve jî li gelek cihan derb li hêzên dagirker hatin xistin. Dagirkeran bi koordîneya balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer bombe li herêmê barandin. Di encama berxwedana bêeman a hêzên me yên gerîla de zêdeyî 10 leşkerên dagirker hatin kuştin. Artêşa Tirk ku li pêşberî berxwedana fedayî ya hêzên me ji hev ket, bi hewayê ve bomberdûmaneke giran kir û hewl da bi vî rengî encamê bigire. Di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Hoşyar Çarçek

Nav paşnav: Hoşyar Bayar

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Safiye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Hoşyar – Hoşyar Bayar

Nasnav: Jîr Qamişlo

Nav paşnav: Ayat Mahmût Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Nadya-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Jir – Ayat Mahmut Muhammed

Nasnav: Rêzan Ûlaş

Nav paşnav: Erhan Kafdar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Xalîse-Teyfîk

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Rezan – Erhan Kafdar

Nasnav: Rêzan Ûlaş

Nav paşnav: Erhan Kafdar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Xalîse-Teyfîk

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Şerzan – Uğur Kılıç

Nasnav: Zinar Kobanî

Nav paşnav: Zinar Ethemkor

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Etle-Bozan

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirne

Zınar – Zınar Ethemkor

Berxwedana li Bestayê yek ji mînakên şênber ên berxwedana gerîlayên Kurd a li dijî dewleta AKP'ê ye. Dewleta TC a dagirker û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li ku derê û çawa êrîş dikin bila bikin, li pêşberî tevgera me ya azadiyê û hêzên gerîla yên xwe bi ruhê Apoyî xemilandine, wê timî bi xurtî têk biçin. Mîna berxwedana li Bestayê, li her çeper û cihên hêzên me lê ne wê berxwedana me bi heman biryardariyê mezin bibe.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên li Bestayê em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin û caerke din bêjin ku em ê ji bo azadiya gelê xwe ku daxwaza şehîdên me yên leheng e, bi rengekî bêeman têbikoşin.

 

17’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê