HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me di 16’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Agahiyên berfireh yên çalakiyên hêzên me wiha ne;

 Saet di 02.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li Tepê Xîreta ya Şemzînana Colemêrgê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker ji gir derketine û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterê ji qadê derxistine.

Hêzên me saet di 15.00’an de li dijî leşkerên dagirker ên li Xirê Xeregolê yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 14 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker helîkopterên Kobra qad bomberdûman kirine û bi helîkopterên skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Hêzên me yên YJA-Starê nîvro li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîne yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

2. Di 11’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Dêrxustê ya Licêya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li dijî yekîneyek veşartî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran qad bomberdûman kirine û gelek gundiyên Derxustê bi êşkenceyê destgîr kirine. Artêşa Tirk a dagirker di heman rojê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve vekişiyaye.

3. Di 7’ê Hezîranê de li qada Memira ya Dihê ya Sêrtê hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hevalê me Çekdar bi qehremanî şer kiriye û hevalê me Herekol Çirav (Haci Goktaş) jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Çekdar Amed

Nav û Paşnav: Emrah Polat

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Esma – Mehmet Selîm

Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 7’ê Hezîrana 2018’an

Çekdar – Emrah Polat

 

17’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê