Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Îlonê de me ragihandibû ku ajanê bi navê Erol Tekîn ê li herêmên Şemzînan û Xakurkê bi dijmin re dixebitî û tiliya wî di şehadeta hevrêyên me de hebû, ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.
Me beriya niha ji raya giştî re eşkere kiribû ku di 3 bûyerên cuda de ku vî şexsê kontra rê li ber vekiribû, 4 hevrêyên me û hevalekî me yê milîs şehîd bûne. Ji ber rêveçûna lêpirsîna van bûyeran, me nasnameya 4 hevrêyên xwe û hevalekî xwe yê milîs eşkere nekiribûn. Bi temambûna lêpirsînê re em van hevalên xwe bi bîr tînin.
Bûyera destpêkê roja 13'ê Mijdara 2017'an qewimî û di encamê de hevrêyê me Êrîş (Fehed Bozan) û hevalê me yê milîs Îmdat Derwêş ê ji gundê Bermize şehîd bûn.
Bûyera duyemîn jî 28'ê Hezîrana 2018'an li herêma Sîdekanê rû da. Di êrîşê de hevalên me Hamza (Ahmet Taşçi), Botan (Serkan Ozdemîr) û Rustem (Bariş Goren) şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Êrîş Andok Nav paşnav: Fehed Bozan Cihê jidayikbûnê: Reqa Dayik-Bav: Îslîm-Îsmaîl Dem û cihê şehadetê: 13'ê Mijdara 2017'an / Xakurkê |
Eriş – Fehed Bozan
Nasnav: Hamza Têkoşîn Baz Nav paşnav: Ahmet Taşçi Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Elîf-Halît Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê
|
Hamza – Ahmet Taşçı
Nasnav: Botan Avaşîn Nav paşnav: Serkan Ozdemîr Cihê jidayikbûnê: Mersîn Dayik-Bav: Fîkriye-Hûrşît Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê
|
Botan – Serkan Özdemir
Nasnav: Rustem Cûdî Nav paşnav: Bariş Goren Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Yildiz-Halîl Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê
|
Rüstem – Barış Gören
Em hemû hevrêyên xwe yên di her du bûyeran de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku heta serketinê em ê ala wan a azadiyê her bilind bikin. Em dibêjin; kî dibe bila bibe, yên ku tiliya xwe di şehadeta hevrêyên me de hebin wê bê ceza nemînin. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku li dijî tovên xiyanetê yên ku hewl tê dayin bê reşandin, helwestê nîşan bide.
21’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê