HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Agahiyên van çalakiyan wisa ne:

 Di 20’ê Cotmehê de (îro) saet di 08.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li Başûrê Kurdistanê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di 08.30’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ya li Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çeper û stargehên dijmin bûne hedef û çeperek ji binî ve hatiye îmhakirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

2. Di 16’ê Cotmehê de bi alîkariya hêzên nepen, artêşa Tirk a dagirker li qadên Sefînê, Deriyê Cebraîl, Deriyê Çilmîr û Kerê Sorbitnê yê Çiyayê Cûdî operasyonek da destpêkirin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de di 19’ê Cotmehê de saet di 16.30’an de li qada Kerê Sorbitnê yekîneyeke nepen a dijmin bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, leşkerek hatiye kuştin. Yekîneyên dijmin di heman rojê de bêyî ku encamekê bistînin, ji qadên operasyonê xwe vekişandine.

3. 26'ê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Apê Mûsa ya di naveyna navçeyên Licê û Hênê yên Amedê de operasyon da destpêkirin. Di vê operasyonê de ku yekîneyên veşartî li eraziyê bi cih bûbûn, 2'yê Cotmehê di navbeyna saet 01.30 û berê sibehê ya 3'yê Cotmehê bi gelek helekoptêrên êrîşê qad pir hate bombekirin. Piştî bombekirinan hêzên dagirker bi helîkoptêrên bi tîpên Skorskyê leşker daxistin qadê û di navbeyna hêzen me û yekîneyên dijmin de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de hevalekî me ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kiriye şehîd bûye.

Agahiyên nasnemeyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Delîl Firat

Nav û Paşnav: Bedîrhan Rampa

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayikê - Bav: Xecê - Ramazan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 2’ê Cotmeha 2018

Delil – Bedirhan Rampa

5'ê Cotmehê saet 15.30'an hêzên me li qada Apê Mûsa demek dirêj kire jêr kontrola xwe û wesayîteke bi tîpa Amarokê ya endamên îstîxbaratê kirin hedefa xwe. Derbeke serkeftî li wesayîtê hate xistin û di wesayitê de 1 serek komîser û 3 endamên îstîxbaratê hatin kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkoptêrên kobrayê qad gelek caran bombe kirin û piştre bi helîkoptêrên Skorsyê leşkerên kuştî ji qadê birin. Piştî bombekirin û şerê li qadê artêşa TC'ê bi koordîneeya Waliyê Amedê û Fermandarê Qolorduya 7'an 4'ê Cotmehê li ser 65 gundên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hate ragihandin û bi tevlêbûna gelek tîmên taybet, endamên îstîxbaratê û cerdevanan qada operasyonê hate berfirehkirin.

10'ê Cotmehê artêşa TC'ê beşek ji qada operasyonê vekişand, li eraziyê kemînên yekîneyên veşartî didomin.

15'ê Cotmehê îsa hêzên dagirker li ser gundên Kelê, Biryas, Cumaleş, Mehmê, Şelê, Cahît, Derkam, Elnehîr, Hegasor û Labovîtê yên Licê û Hênê operasyoneke berfireh da destpêkirin.  Artêşa TC'ê ya daigrker li van gundan, li ser gelê herêmê zext kiriye, êşkence kiriye û dijûn li wan kirine, gelek kes destgîr kirine. Dewleta  dagirker a TC'ê bi zext, êşkence û rêbazên gemarî dixwaze çavê gelê herêmê bitirsîne û wan ji gundên wan bi zorê derxîne.

4. Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya yekîneyên nepen di 19’ê Cotmehê de li qadên Xirabê Bava û Talatê ya Nisêbîna Mêrdînê operasyonek dane destpêkirin. Operasyona li qadê hê jî didome.

5. Di 18’ê Cotmehê de saet di 09.40’an de balefirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker Gundê Aris Faris ê qada Avaşînê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di 19’ê Cotmehê de saet di 04.45’an de balefirên şer qada Adilbeg a Avaşînê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de bax û baxçeyê gundiyan xisar dîtine û tiştek bi gerîlayên me nehatiye.

 

20’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê