Çapemenî û Raya Giştî Re!
8'ê Gulana 2021'ê li qada Deşta Xanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, di bombardûmana dewleta Tirk a qirker de hevrêyên me Mizgîn Berçem û Bahoz Cîlo şehîd bûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Mizgîn Berçem |
Mizgîn – Ozlem Kaya
Nasnav: Bahoz Cîlo |
Bahoz – Ferhat Taşdemîr
Di meha Gulanê de ku Meha Şehîdan e ku di her rojeke xwe de hevrêyên me yên hêja şehîd bûne, hevrêyên me yên ku têkoşîna me bi biryardarî meşandin, bi şehadetê em hîn bêhtir nêzî serketinê kirin. Her hevrêyên me yên şehîd dibin, hem misogeriya dewamiya têkoşîna me ne, hem jî hîmên bingehîn ên paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêber Apo ne. Bi taybetî sîstema modernîteya kapîtalîst û hevkarên wan ên herêmî ku hebûna xwe li ser talankirina keda jin û ciwanan dewam dikin, bi tasfiyekirina partiya me PKK'ê dixwazin derba dawî li civakê bixin. Li dijî van êrişên ku tên wateya qirkirina civakê, ji bo serketina gelên me, ji çar aliyên Kurdistanê ciwanên Kurd diherikin nava refên gerîla û têkoşînê mezin dikin.
Hevrêyên me Mizgîn û Bahoz jî ji bo tevlî vê berxwedana bi heybet bibin û bersivê bidin daxwazên azadiyê yên gelê me berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker bûn pêşengên têkoşîna destanî.
Hevrêya me Mizgîn Berçem ku bi eslê xwe ji malbateke welatparêz a Colemêrgê ye, li Wanê ji dayik bû. Bi hişmendî û çanda Kurdîtiyê ya ji malbata xwe wergirtî, têgihişt ku ji bo jiyaneke bi wate divê têbikoşe û bi vî rengî dest bi meşa azadiyê ya ber bi çiyayên Kurdistanê kir. Hevrêya me Mizgîn ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hewl da îdeolojiya Rêber Apo fêhm bike, li gorî wê bijî û bi vê pîvanê bi sebreke mezin û biryardariyeke xurt hemû zor û zehmetî ji ber xwe rakir. Hevrêya me Mizgîn ku bi biryar bû Îdeolojiya Azadiya Jinê bixe meriyetê, bi sekna xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Li qada îdeolojîk xwe kûr kir, di xeta gerîlatiya serdemê de hewl da bi hostatiyeke mezin tevbigere û li qada Cîlo di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî mêtingeran bû. Bi vî rengî nehişt ku dijmin li vê xaka pîroz bêhnê bistîne.
Hevrêyê me Bahoz li bajarê berxwedanê û temsîla ruhê azadiyê li bajarê Agiriyê ji dayik bû. Ji ber polîtîkayên bêmirovhiştina Kurdistanê ya dewleta Tirk a mêtinger neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Bahoz tevî malbata xwe li metropolan jî xwedî li koka xwe derket û tovên berxwedanê yên nava xwe timî şîn kir. Bi vî rengî di nava malbateke welatparêz de mezin bû û poLîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin ji nêz ve dît, ev yek qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bahoz ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi dilnizmî û têgihiştina xwe bal kişand ser xwe. Her tim xwest ku li qadên herî çalak ên têkoşînê bi rola xwe rabe û bi vê daxwaza xwe di demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Li ser xeta gerîla ya serdema nû ya tevgera me, hevrêyê me Bahoz bi coşeke mezin tevlî karê pisporbûnê bû û bi sekna xwe ya leşkerî maşelaya azadiyê ya ji berxwedêrên pêşeng ên serhildana Agirî wegirtî hilda, radestî şopdarên xwe kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû.
Ji bo meşaleya azadiyê ya ku me ji Mizgîn û Bahoz wergirtine li çiyayên Agirî û Cîlo her geş be, em ê bi her awayî têbikoşin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
21’ê Gulana 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê