Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal;
– 20’ê Gulanê di saet 19:10’ê şevê de li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyek kirine. Dagirkerên li deverê bi serketî li wan hatiye dayîn.
– 20’ê Gulanê saet 23:30’î hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola ÎHA ya dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatine kirin. Hedefên hatibûn diyarkirin bi îsabet hatin lêdan û çalakî serketî pêk hatiye.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;
20’ê Gulanê saet 15:30’î dagirekerên li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Boxaza Orê ya li herêma Metîna ketin tevgerê. Dagirkerên ketin tevgerê destpêkê hatin kontrolkirin, piştre jî bi rêbaza sabotajê 2 caran hatin hedefkiri û çalakî serketî pêk hatine. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
3. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:
– 19’ê Gulanê saet 12:302î balafirên şer bombe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandin.
– 20 Gulanê di saet 21:30 – 22:30’î de li devera Mervanos, Mamreşo, Şûkê ve Dola Konferansê ya Herêma Avaşînê bi helîkopterên Skorskyî leşker danîn.
– 20’ê Gulanê saet 21:30-22:30’î bi helîkopterên Skorskyî leşker danîne Girê Şehîd Serxwebûn ê li Herêma Zapê. Heman demê hekîkopteran bombe li Cîloyê Biçûk û Tîpa T jî barandin. Di van bomberdûmanan de şewat li herêmê derket û hê jî şewat dewam dike.
Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.
21’ê Gulana 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê