HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1'ê Îlona 2018'an li qada Çarçella de di navbera gerîllayên me û hêzên dagirker ên Tirk de şerekî xurt qewîmî.Hêzên dagirker her wiha qada şer bi rengekî zêde bi teknîkê bombe kirin. Di vî şerî de û di bombekirinan de fermandarê me yê eyaleta Cîloyê Bager Bitlîs (Fatîh Ozden)  û hevalên me Berfîn (Azîme Taşkan), Reşît (Yilmaz Guney Çokmez) û Welat (Erdal Guzelgul) şehîd ket.

Di 17'ê Hezîrana 2018'an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê, herêma Avaşînê bi êrîşên hewayî bombe kirine û di van êrîşan da hevalên me Endama Fermandariya Eyaleta Avaşînê Ronya Kars (Gulay Sapanli) û Zelal (Kabile Rûkiyye Tayyîpzade) şehîd ket.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Bager Bedlîs

Nav û Paşnav: Fatîh Ozden

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê-Bav: Kadriye - Halîl

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

Bager – Fatih Özden

Nasnav: Berfîn Çiya

Nav û Paşnav: Azîme Taşkan

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê-Bav: Şukriye - Osman

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

Berfin – Azime Taşkan

Nasnav: Reşît Piling

Nav û Paşnav: Yilmaz Guney Çokmez

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayikê-Bav: Fadîle - Mahmût

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

Reşit – Yılmaz Güney Çökmez

Nasnav: Welat Serhat

Nav û Paşnav: Erdal Guzelgul

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayikê-Bav: Sabîha - Metîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

a

Welat – Erdal Güzelgül

Nasnav: Ronya Qers

Nav û Paşnav: Gulay Sapanli

Cihê Jidayikbûnê: Qers

Navê Dayikê-Bav: Cemîle - Kadîr

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an

Ronya – Gülay Sapanlı

Nasnav: Zelal Newal

Nav û Paşnav: Kabîle Rûkiye Tayyîpzade

Cihê Jidayikbûnê: Selmas

Navê Dayikê-Bav: Perîzad - Îzzettîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an

Zelal – Kabile Rukiye Tayyipzade

Li ser van xakan ku mêtinger dixwazin ti tiştekî têkilî mirovahiyê neyê hiştin, em şehîdên xwe yên leheng ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin û ji bo ku gelê Kurdistanê bigihije jiyana azad a ku heq dike, xwe feda dikin, bi hurmetdarî bi bîr tînin. Di şexsê Fermandar Bager de ku beriya bi 27 salan li ser xaka Amedê dest bi rêveçûna xwe ya gerîlatiyê kirî, em soz didin hemû şehîdan, bîranînên wan bi serfiraziyê tacîdar bikin. Peywira me hemû hevrêyên mayî ye ku xwîna hevalên Bager, Ronya, Berfîn, Reşît, Welat û Zelal li erdê nehêlin û tola wan hilînin, ku her yek jê ji devereke dî ya Kurdistanê hatibûn û li ser xeta jiyana azad a Rêber Apo bûbûn yek,  Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, serê hemû gelê Kurdistanê yê niştiminperwer sax be, em bang li ciwanên Kurdistanê yên leheng dikin ku werin mekanê şehîdan, çiyayên azad.

23’ê Adarê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e