Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 19’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li deverên Bilûrvan, Şikeftoka, Girê Çolya, Bajarê Kir û Kêrê Hesena ên girêdayî Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê li dijî operasyona çalakiyek kirin.
Di operasyonê de hêzên me leşkerên li Girê Kêrê Hesena bicih bibûn xistin bi kontrolê. Yekîneya dijmin a demekê hate şopandin ji du baskan ve bi bandor hate lêxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopteran Deriyê Yadê û Deriyê Mazî bombe kir, her wiha bi helîkopterên Skorsky jî gelek leşker li qadê hatin danîn.
20’ê Adarê saet 07:00’an li dijî leşkerên li devera Şikeftoka derketibûn operasyonê hêzên me çalakiyek sabotajê li hember kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin berbaz di nav de 5 leşker mirin, 6 jî birîndar bûn.
Oparasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Cûdî dabû destpêkirin têk çû û 20’ê Adarê di saetên şevê de neçar ma ku vekişe. Di tevahî şerê heta operasyon dom kir de tu ziyan negihiştiya gerîlayên me.
2. 20’ê Adarê saet derdorî 22:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Gundê Tehîşeyê yê girêdayî herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Mala ku bû hedefa bomberdûmanê bi temamî hate rûxandin, her wiha ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl ên li derdorê jî. Ev êrîşa ku welatiyên sivîl hate hedefkirin de ti windahiyên welatiyên me yên sivîl pêk nehatiye.
22’yê Adarê saet 12:30’î balafirên şer devera Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zapê bomerdûman kir. Di bomberdûmanê de tu ziyanek negihiştiye hêzên me.
23’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e