Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Dewleta Tirk a mêtinger di 16’ê Hezîrana 2020’an de ji bo dagirkirina axa Kurdistanê yek ji operasyona herî mezin a dagirkeriyê daye destpêkirin. Dewleta Tirk a faşîst a ku hewl dide îradeya azad a gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê û hemû temsîliyetên wê ji holê rake û ji ber vê jî qada Heftanînê ji xwe re kiriye hedef.
Berxwedana bêhempa a gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê, diyar dike ku îradeya mirov li hemberî teknîka herî pêşketî jî dikare bi ser bikeve.
Dîroka Kurdistanê ji îxanetên dîrokî û berxwedanên bêhempa yên li hemberî îxanetan pêk tê. Di dîroka Kurdistanê de helwestên fedaî yên jiyana bi rûmet heye. Axa Kurdistanê ya ku bûye çar parçe û dane mêtingerên herêmî, heta ku PKK ava bûbû li benda qedera xwe bu. Ciwanên Kurd bi pêşengiya PKK’ê ruhê neteweyî geş kirin berê xwe dan çiyayên azad û li eniyên herî pêş ên berxwedanê de cih girtin. Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê li hemberî her êrîşa li ser Kurdistanê wekî duh îro jî bersiva pêwist dide hêzên faşîst û mêtinger.
Berxwedana Heftanînê ya gerîlayên azadiyê di heman demê de temsîla asta herî jor a yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e jî. Ligel hemû hewldanên mêtingeran ên ji bo parçekirinê, gerîlayê modernîteya demokratîk a îradeya azad a gelê Kurd, bi berxwedana xwe wekî mînaka şênber a berxwedana gelê me ye. Hevrêyên me Egîd û Mazlûm ên ji Bakurê Kurdistanê, hevrêyê me Çiya yê ji Başûrê Kurdistanê û hevrêyên me Şahîn û Tolhildan ên ji Rojhilata Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûne, xeta fedaî ya Şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de derbeke mezin li dijmin xistibû, 24 sal şûnde dîsa bi ruhekî fedaî û kesayetiyeke milîtanî derxistine holê.
Hevrêyên me Egîd û Mazlûm di berxwedana Girê Dûpişk de heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û hevrêyên me Çiya, Şahîn û Tolhildan ên di êrîşa hewayî de ya beriya operasyona dagirker de şehîd bûne. Nasnameya hevrêyên me wisa ye:
Nasnav: Egîd Çiya Nav û paşnav: Rifat Aksoy Cihê jidayikbûnê: Êlih Navê dê û bav: Fener - Kûtbettîn Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn |
Agit – Rıfat Aksoy
Nasnav: Mazlûm Pîro Nav û paşnav: Mûrat Aktaş Cihê jidayikbûnê: Qers Navê dê û bav: Ayfer - Osman Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn |
Mazlum – Murat Aktaş
Nasnav: Çiya Bakur Nav û paşnav: Şerîf Alî Ebûbekir Cihê jidayikbûnê: Ranya Navê dê û bav: Fatima - Alî Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn |
Çiya – Şerif Ali Abubekir
Nasnav: Şahîn Tolhildan Nav û paşnav: Nadir Kerîmî Cihê jidayikbûnê: Sine Navê dê û bav: Şerafet - Gûrban Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn |
Şahin – Nadir Kerimi
Nasnav: Tolhildan Ararat Nav û paşnav: Mehdî Ahmedî Cihê jidayikbûnê: Kotol Navê dê û bav: Sidika - Yûsûf Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 – Heftanîn |
Tolhıldan – Mehdi Ahmedi
Hevrêyên me Egîd, Çiya, Mazlûm, Şahîn û Tolhildan di pêngava Cenga Heftanînê de derbên giran li dijmin xistine, her ciha ku dagirkeran pê lê kirine jî hevrêyên me ew der ji wan re kiriye dojeh. Hevrêyên me bûne mînakên şênber ên berxwedaneke mezin, fedakarî û yekbûna bi ruhê neteweyî. Wan navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka berxwedana Kurdistanê nivîsandin.
Malbatê hêja yên hevrêyên me yên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û sozê didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
1’ê Tîrmehê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê