HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa TC’ê ya dagirker a li herêma Heftanîn a li dijî dagirkeriyan dewam e. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên li gelek deveran li leşkerên dagirker dan wiha ne;

26’ê Hezîranê hêzên me li devera Şedara çalakiyek ku yekîneya dijmin dike hedef kirin. Di vê çalakiya bi bandor hate kirin de 2 leşker hatin cezakirin.

29’ê Hezîranê hêzên me yên parastina esman saet 11:45’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bi cih bûne çalakiyek kirin. Wê agahiyên li ser vê çalakiyê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Heman rojê saet 14:00’an dagirker dema ji Girê Xantûr ber bi Doza Berazan ve diçûn hêzên me yekîneyek xistin kontrolê û çalakiyek kirin. Di vê çalakiya hêzên me ji nêz ve bi xurtî li dagirkeran dan de, 10 leşker hatin cezakirin. Hêzên em heta saetên şevê dijimin xistibûn di bin kontrolê de û li dijî yekîneyên dijmin ên li ber xwe didan gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de ku heta saetên şevê dem bi dem şer qewimî dom kir, her ku li sre vê çalakiyê agahî ketin ber destê me em ê bi raya giştî re parve bikin.

Saet 14:30’î jî hêzên me li devera Girê Dupişka li dijî leşerên Tirk ên dagirker çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

Saet 16:30’î jî hêzên me li Girê Katosûlê bi rêbaza sekvaniyê li dijî yekîneyeke ya dijmin çalakiyek kirin û di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye kuştin.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Agahiyên li ser çalakiyan jî wiha ne;

28’ê Hezîranê saet 08:50’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Leylek ê Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û leşkerek hatiye cezakirin.

29’ê Hezîranê saet 14:30’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Cibrî yê Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku li çeper û sitargehên dijmin bi bandor hate xistin, li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahî nehatin zelalkirin.

29'ê Hezîranê saet 12.30'an hêzên me li herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê, li Girê Koordîne çalakiyeke biriye ser leşkerên dagriker. Di çalakiyê de derbên serkeftî li stare û kozikên dijmin hatine xistin û kozik û stare li gel çar leşkerên tê de hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC'ê piştî çalakiyê bi helîkoptêrê êrîşê bi helîkoptêrên Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine.

Eynî rojê artêşaa TC'ê ya dagirker di navbeyna Girê Lêlikanê û Kevortê de operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyên dijmin kirine ber kontrola xwe û 16.30'an li dijî yekîneyên dijmin çalakiyeke sabotajê kirine. Piştî çalakiyê yekîneya dijmin dema ku hatiye ku destwerdanê li qadê bike çalakiyeke dî ya sabotajê li dijî wan hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ya 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

3. 29'ê Hezîranê saet 14.30'an artêşa TC'ê ya dagirker bi balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

4. Di daxuyaniya xwe de ya 29'ê Hezîranê me gotibû 25'ê Hezîranê hêzên me li qada Dola Heyderan a navçeya Colemergê Geverê çalakiyek kirine, di çalakiyê de wesayitek hatiye rûxandin, 4 leşker hatine cezakirin û piştî çalakiyê dema operasyonê hevrêyê me Brûsk Botan şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Brûsk wiha ye:

Nasnav: Brûsk Botan

Nav Paşnav: Hasan Kanat

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Asya – Sabrî

Dem û Cihê Şehîdbûnê 25'ê Hazîrana 2020'an/ Gever

Brusk – Hasan Kanat

Hevrêyê me Brûsk li Cizîrê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku di nav derdoreke wiha de mezin bûye, ku tim li nirxên welatparêziyê xwedî derdikeve, hê bi ciwanî bûye dilxwaze tevgera azadiya Kurd. Dîtiye, heta ku dawî li faşîzm û dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê neyê wê Kurd azad nebin û bi vê çarçoweyê berê xwe daye nav refên azadiyê. Hevrê Brûsek ku biryar li ser daye li çiyayên Kurdistanê gerilatiyê bike, bawerî pê aniye ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me têkoşîn were dayin. Li gel ciwaniya xwe jî tim çalak bûye û ji hêla leşkerî ve xweş pêş ve biriye. Di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek ê modernîteya demokratîk û li eniyên pêş, li dijî faîzma TC'ê bi berpirsyariya ku berevaniyê li gelê me bike rabûye. Heta kêliya dawî bi kedeke mezin têkoşiyaye, her gava li nav gerîlatiyê têr û tije jiyaye û kedeke mezin di vê maweyê de daye.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Brûsk ê şehîd, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin heta ku em xewn û xeyala şehîdên me, jiyana bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê biencam bikin.

30’ê Hezîranê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê