Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê cotmehê de ji hêla Artêşa dagirker a TC’ê ve li hember qada Şehîd Xebat ku di navbera navçeyên Azarpêrt(Adakalı), Gêxî(Kixi) û Çêrme(Yedîsû) bi ser Çewlikê ve girêdayî ne operasyoneke berfireh hatibû li dar xistin.
Di operasyonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve qada bi firokeyên kobra bi gûrahî hatiye bombebarînkirinê û bi firokeyên skorskyan jî li qada daketin pêk hatine û di êvara 26’ê cotmehê de li qada Bandoz ku girêdayî Çêrmeyê ye di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dagirker de şer qewimiye û di vî şerî de hevalê me yên bi navê Bager (Erdal Yıldızoz), Çiya (Ziyaddîn Çayir), Hemza (Hamza Yûce), Necmî (Muhammed Osman) û Şervan (Şerafet Adşîmet) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Operasyon hê jî didome.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Hemza Dêrik Hacı Yûce 1968 / Dêrîk - Mêrdîn 1999 / Mêrdîn Gulê İbrahim 26 Cotmeh 2009 / Çêrme, Çewlik |
Hemza Dêrik:
Rêheval Hemze di sala 1968’an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê û ji malbateke welatparêz e. Rêheval ji destpêkê de tevgera azadiyê nas dike û her dem di nava xebatan de dimîne û piştî komploya li hember Serokatî, ji bona li hember komployê bibe bersiv tevlî nav refên gerîla dibe. Rêheval Hemza li qada Botan, Qendîl, Amed û Erziromê di qadên pratîkî dimîne. Di xebatan û perwerdehiyan de, hevalekî gihîştî, zane û bi kesayetiyeke fedekar di nav rêhevalên xwe de dihat naskirin û hezkirinê. Ew bi vê sekn û pratîka xwe, bû sembola girêdana bi serokatî û welatê xwe.
Necmî Xabûr Muhammed Osman 1983 / Helep 2001 / Helep Resmiye Osman 26 Cotmeh 2009 / Çêrme, Çewlik |
Necmî Xabûr:
Rêheval Necmî di sala 1983’yan de li Helebê hatiye dinê û li malbateke ku ji berê de tevgerê dinasin û welatparêzên mezin bûye. Piştî komploya li hember Serokatî, rêheval Necmî dide diyarkirinê ku, bersiva herî bandor û baş ev e ku tevlî gerîla bibe û bi vî awayî li hember komplogeran di sala 2001’ê bi tevlîbûnê dibe bersiv. Ew di xebat û faliyetan de her dem zindî û çalak bû û li hember rêhevalên xwe bi mûtewazîbûn û dilnizmiya xwe dihate nasîn. Rêheval Necmî di gerîlatiya xwe 8 salan de bû şervanek pêşeng ê serokatiya xwe û gelê xwe.
Bager Andok Erdal Yıldızoz 1986 / Amed 2004 / Xinere Gûlsûm Eyûp 26 Cotmeh 2009 / Çêrme, Çewlik |
Bager Andok:
Rêheval Bager di sala 1986’an de li navçeya Farqîn ku girêdayî Amedê ye hatiye dinê. Malbata hevalê Bager ji neçarî ji ber zilma dijmin koç dibin û mala wan tê şewitandin. Rêheval Bager di malbateke wisa de mezin bûye û di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê de, dide diyarkirinê ku bersiva herî baş û ji vî dijminî re bersivdayîna herî xurt û bi bandar beşdariya gerîla ye. Rêheval Bager di xebatên pratîkî bi tevlîbûna xwe di nava hevalan de wekî mînak tê girtin û bi girêdana xwe bû sembola girêdana bi Serokatî, gel û rêhevalên xwe.
Çiya Zinar Ziyaddîn Çayir 1987 / Kop 2004 / - Feride Metin 26 Cotmeh 2009 / Çême, Çewlik |
Çiya Zinar:
Rêheval Zinar di sala 1987’an de li Kopa Mûşê hatiye dinê û ji malbateke welatparêz e. Ew jî fena Şehîd Bager li ser pêngava 1’ê Hezîranê ku ji hêla tevgera me ve wekî duyemîn 15’ê Tebax hate binavkirinê, beşdarî gerîla bû. Rêheval Zinar di nava xebat û jiyanê de bi coş, li hember nirxan rêzdar û bi girêdaniya xwe ya serokatî û gel û hevalên xwe xwedî sekneke mîn bû.
Şervan Partîzan Şerafet Adşîmet 1990 / Silvan 2009 / Garzan 26 Cotmeh 2009 / Çême, Çewlik |
Şervan Partîzan:
Rêheval Şervan di sala 1990’an de li Farqîna Amedê hatiye dinê û li hember polîtîkayên tecrîda li ser Serokatî û hewldanên tunekirina gelê kurd, wekî bersiva herî baş û bi bandar tevlî nav refên gerîla bû. Digel di jiyana gerîlatiyê de kêm jiyan kir jî, her dem bi fedekarî, coş, zîrekî û çalakbûna xwe di nava hevalan de ciyekî wî yî qedirbilind hebû û rêheval Şervan bi vê sekna xwe di demeke kurt a jiyana gerîlatiyê de ji gerîlatiya ciwan re bû sembol.
2. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Hemze, Necmî, Bager, Çiya û Şervan ku gihîştine şehadetê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirinê ku wê em ê peyrewên şehîdên di şerê berxwedaniya parastina rewa şehîd ketinebin û em soza azadiya Rêber Apo û Kurdistanê didine şehîdên xwe.
28 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê