Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20'ê Tîrmehê de, ji ber leşkerên Tirk ên derketin operasyonê û hêzên gerîlayen me li hev rast hatin şer derket
Di 20'ê Tîrmehê de li qada bajarokê Komir a ser bi navenda Semsûrê, artêşa T.C a dagirker bi desteka pêgerên hewayî yên bi mirov û bê mirov re dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Danê nîvro, ev hêza operasyonê û hêzên me yên gerîla li hev rast hatine û ji bo demeke kurt şer qewimiye. Di vî şerî de çawişekî pispor miriye, 2 leşker birîndar bûne. Operasyon li herêma di navbera bajarokên Komir û Kûyûcakê bi berfirehî dewam dike. Tevgera keşfê ya bi pêgerên hewayî yên bêmirov re, dewam dike.
22 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG