Ji çapemenî û raya giştî re!
Di navbera 21’ê Tîrmehê saet 20:00 û 22’ê Tîrmehê (îro) saet 04:00’an de li ser qada Gostê ya li ser xeta herêma Xakurkê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîn
. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla zêde bûne. Li gor wê;
Di navbera 21’ê Tîrmehê saet 22:00 û 22’ê Tîrmehê saet 12:00’an de li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, di navbera 21’ê Tîrmehê saet 11:00 - 15:30 û 22:00 û 22’ê Tîrmehê saet 04:00’an li ser qada Adilbeg a li ser xeta herêma Avaşîn, di navbera 21-22’yê Tîrmehê saet 20:00 - 11:00 li herêma Heftanîn û li ser xeta sînor, di navbera 21’ê Tîrmehê 21:30 - 22:30 û 22’yê Tîrmehê saet 03:30 - 06:00’an li herêma Metîna, di navbera 21’ê Tîrmehê saet 13:00 - 16:00 û saet 21:30 û 22’yê Tîrmehê saet 03:00 li herêma Zapê, 21’ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 - 17:00 li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên artêşaTirk keşf pêk anîne.
21’ê Tîrmehê saet 12:00'an hêzên me yên gerîla ku li hember wesayîtên kar ên ji santrala termîk a Bespîn a girêdayî Silopiya Şirnexê ber bi Pîrê Ezmana diçûn çalakî li dar xistine me di daxuyaniya xwe ya duh de aşkera kiribû. Piştî çalakiyê ji ber artêşa T.C a dagirker herêm bi obus û hewanan bombardûman kir li eraziyê şewat derket û ew şewat hê didome. Operasyona li herêma Herbol a Silopiya destpê kir duh saetên êvarî bê encam vekişiyaye.
Kontra lı Darahênê Zextê lı Gel Dıkın
19’ê Tîrmehê ve komeke di nav karên kontra de kincên leşkerî yên hêzên me yên gerîla li xwe kirine, li gundê Şewata yê girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê zextan li gel dikin. Gelê me yê li herêmê divê li hember vê tîma kontra hişyar be.
22 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG